logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Zimanê Teatroya Kurdî (Kurmancî)

Lîstikên salên dawî çi encam derxistine yan jî gihîştine kîjan merheleyê? Xitimandinên teatro û lîstikvaniya kurmancî ji

  • Dîrok: 28/05/2010
  • Beş: NÎQAŞ

Çetoyê Zêdo

Lîstikên salên dawî çi encam derxistine yan jî gihîştine kîjan merheleyê? Xitimandinên teatro û lîstikvaniya kurmancî ji ku dest pê dikin? Şanoyên kurdî li welêt û li Stenbolê dixwazin ji xwe re rêyeke çawa vekin? Mirov dikare van pirsan zêdetir bike.

Teatro; peyva ber bi çav û teqlîda her tiştî… Û bi kurdî teatro tiştekî wêdetir e… Ev rêya hanê zehmet e û êşên wê, astengî û pirsgirêkên wê gelek in. Wekî ku tê zanîn, komên teatroyê û listêkên kurdî kêm in. Yên bi şanoyê re eleqedar in jî, ji hev dûr in û ji hev cuda ne; bi gelek ceribandin û şêwazên xwe, mirov dikare van xalan, yek bi yek li ser komên teatroyê bisekine (ev mijareke din e).

Di vê nivîsê de, ez dixwazim qala çend xalên sereke, bi kurtasî pirsgirêkên teatroyên kurdî, bikim. Mijara me ya destpêkê, zimanê şano û lîstikvaniyê ye.

Ji bo ku atmosfera şanogeriya kurdî xweş bê dîtin, divê em piralî lê binêrin û binirxînin. Şanogerên me, perwerdehiya lîstikvaniya xwe li ser kîjan hîman û binyatê diafirînin? Derhêner kî ye û derhênerî karê kê ye? Dramatûrjiya lîstikan çi qasî tê kirin? Ji bo lîstikên kurdî çi derfet û tevger hene û şano bi kîjan hevbeşkirinan re tê amedekirin? Lîstikvaniya xwe li ser kîjan teoriyan bi kar tînin? Ji bo çi di listikên wan de tiştên nepenî meyla sereke dilîzin? Nexweşiya alegoriyê ji ber çi ye? Tekiliya şano û wêjeya kurdî çi qasî li hev dike? Nivîskarî û repertûara şanoyê di çi rewşê de ye? Şanogerên me bi kurdî dikarin hunera xwe bînin ziman?

Teatroya bi kurdî, piştî damezirandina NÇM’ê, ji salên 1990’î heta 2010’an, nêzî bîst salan di ser re derbas bû. Bi gelek zehmetî û astengiyan re rû bi rû ma. Ku em îro bala xwe bidin van şertan, em ê bibînin ku di gelek qonaxên şanoyê de, bi ser neketiye û tevnegeriyaye. Pê re pê re hêviyên xwe yên salên 90’î hilnegirtiye. Yan jî em dikarin zêdetir jî bêjin: Xitimî ye…

Nexweşiyên şano û lîstikavaniya kurdî… Mirov nizane wê ji kîjanê dest pê bike. Her çiqasî li ser navê “profesyonelî” çend xebat têne kirin jî, di van mînakan de jî nexweşiyên ji dehên salan her didomin. Wekî her kurdî, ez jî dixwazim balê bikişînim ser zimanê şanoyê.

 

Şanogerên kurd nizanin çi bikin

 

Hişê şanogeran tevlihev e û ew bi xwe jî gelek caran nizanin bê çi dikin yan jî hunera wan ber bi ku ve diçe? Belê, mirov dikare qala astengiyên pergalê û pirsgirêkên aborî ji bo berhemên pêşandeyan (produksiyonan) de nîşan bide. Ez dibêm mirov, ne hewce ye van astengiyan yek bi yek bi lêv bike; heman tişt ji xwe xuya ye. Mirov ne kor be, wê bi hêsanî ji vê rewşa tengijî, bibîne û tê bigihêje…

Mirovên ku huner ji xwe re kiribin kar û keda xwe daninê, ji jiyana rêza pergalê derketine û gelek tişt ji xwe re kirine derd û armanc. Bi van karên hunerî terciha xwe jî, di serî de bi kurdî kirine û dixwazin di vê babetê de hûr û kûr bibin. Em bala xwe bidin şanogeran û têkevin tengala wan û em li derdora “Şanoya Kurdî” binêrin… Wê berî her tiştî çi bê (neyê) dîtin: Kurdî…

Yê ku zimanê wî/ê, di jîyana hunera wî/ê de ne serdest be, bila ji kerama xwe, navê kurmancî bi xwe nezeliqîne. Ziman ji bo şanoyê ne bes e; nemaze bê ziman jî şano nayê kirin. Ji bilî çend kesan pê ve, em nikarin bihejmêrin yên ku kurdiya wan herikbar û kurdiyek bi qarakter be. Hîna em nehatine ser xala mijara hunara van kesan. Ji bo ku em hunara wan binirxînim yan jî li gorî pîvanên hemdemî veçirînin, divê em wan kesan bi kurmanciya wan û bi berhemên wan, bibînin û guhdar bikin; da ku em hunera wan piralî binasin. Wê çaxê emê karibin bigihîjin encamekê. Yên ku bi salan li ser şanoya kurdî ked dane û xebitîne, berî hunera wan zimanê wan tune.

Devê kîjan şanogerî vebe heman tişt e: Kurd bi kurdî nizanin û lê xwedî dernakevin. Divê nizanim çi bê kirin, da ku kurd karibin kurdiya xwe bi kar bînin... Xweş tê gotin, kes ne li dijî vê ramanê ye. Her kes dipejirîne û tevlî vê yekê dibe. Xwestekên balkêş û heviyên mezin êdî bi gotinên qelew naqedin. Şanoger, piralî tê dîtin, li ser sahnê û li derveyî sahnê… Divê raman û peyvên wan bi tevgerên wan re xuya bibe û helwesta wan berevajî neke. Divê temaşevan bi kurdiya şanogeran şa bibe.

 

Lîstikvanên kurd li ser lîstikên xwe bi kurdî nafikirin

 

Şanogerên ku tercîha xwe bi zanebûn ji bo şanoya kurdî kiribin, em qala wan dikin. Gelek hunermendên şanoyê hene ku ji bo kurdî, bi tirkî tev digerin. Mijara me ne kurdên tirkî ye! Bi çend galegalên kurdî, dixwazin milet ji wan re, hima li çepikan xin. Û çend gotinên nîvpolîtîk û sloganîk ji bo van kesan bes e! Em qala kesên ku bi derfetên xwe û bi tercîha xwe, hunera xwe bi kurdî dikin tenê qala wan dikin…

Zimanê wan kesan ne qels e; tune ye… Zimanê wan kulliyan xwariye. Tekstên xwe jiber dikin… Li ser listîkên xwe bi kurdî nafikirin û napeyivin. Ji bilî ser sahnê, bi kurdî qet napeyivin… Ev jî tiştekî pir normal e; da ku xetere û nezaniyên wan ên beloq dernekevin… Çimkî hunera wan bi kurdî nehatiye amadekirin û ne jî hatiye xebitandin. Ev nexweşî ji berê de heye û hîna jî dewam dike. Yan kor bûne yan jî hunera kurdî şaş fêm kirine.

Kesê/a ku hunerê diafirîne berî her tiştî ji bo xwe tev digere. Zimanê ku bi kar aniye jî berê wî/ê kesî/ê eleqeder dike; pişt re civatê. Şêwaz, bi zimanê rolên xwe derdikeve û diyar dibe. Lîstikvan bi zimanê xwe pêşengiya civatê dike û bi zimanê xwe ji bo hevparbûnê dibe mînak. Bi vê cidiyetê takekesiya ziman dibe ya civatê. Ziman bi saya şanoger li nav civatê digere û standardbûnekê bi xwe re tîne. Zimanekî xwedî karakter û bi qalîte lîstikvaniya kurdî xurtir dike. Pê re têkiliya bi temaşevan re jî qewîntir dike. Ziman û şanogerî ji bo her zimanî di heman rolê de ye.

 

Şanogerên me, temaşevanên xwe nas nakin

 

Bila kes nebêje, ez ji bo kurdan bi kurdî diaxivim. Her kes ji bo xwe bi kurdî diaxive yan jî dinivîse; çawa ku her kes ji bo xwe dixwe, vedixwe, radizê, radibe û dijî. Her kes ji huner û zimanê xwe berpirsiyar e. Tu kes nikare bibêje: Ez ji bo ku zimanê xwe bi pêş ve bixim bi şanoyê aleqeder dibim û pê re mijûl dibim. Ev helwesteke çawa ye ku şanoger xwe pê girê didin? Ev xwestek şaşîtiyeke mezin jî bi xwe re tîne. Hunera kurdî pêşî ji bo kes e; pişt re ku hêja be helbet wê rojekê bigihîje rastiya xwe û bigihîje temaşevanên xwe.

Mirov wexta wekî temaşevanekî pêrgî van erzaniyan dibe; êdî nema dilê wî/ê li şanogeriya kurdî vedibe. Şanogerên me, temaşevanên xwe nas nakin û naxwazin nas bikin jî. Li gorî rastiyên hişk û sedemên polîtîk nêzîkî temaşevan dibin. Şanogerên me xwe ji civaka xwe bilintir dibînin û xwe serdest dihesibînin! Têne ew bi tişta/ên çê û xerab dizanin! Peyva temaşevan çi ye, çawa difikire ne di bala wan de ye. Bila salonên şanoyê tije bibin û bilêtên lîstikan werin firotin bes e!

 

Şanogerên me bi darê zorê û ji mecbûriyê bi kurdî diaxivin

 

Mirov (temaşevan) çawa ji van encaman aciz nebe? Bala xwe bidinê; şanogerên kurd ji bilî li ser sahneyê, bi kurmancî nizanin! Ku ji ber berpirsiyarî û pêwendiya kurdî, eger israra bi kurdî li wan were kirin, şanogerên me wê çaxê li kurdî xwedî derdikevin. Şanogerên me bi darê zorê û ji mecbûriyê bi kurdî diaxivin. Ev nakokî bersiva tevan pûç dike.

Di jiyana rojane de, mirov nikare tiştekî li wan bike bar; ew bi qîma xwe ne. Çawa bixwazin, karibin kîjan zimanî bi kar bînin, ew xweser in; ew û wijdanê wan dizane. Ku mijar hunera wan be û yên li hemberî wan kurd be û bi kurdî bizane êdî bila kurdî be! Di van şert û mercan de jî, dîsa kurdî nekeve nav hunera wan; bila mirov destê xwe ji wan bişo!

Bikaranîna tirkî, ya ji bo hunera kurdî; ne hewce ye em qala vê mijarê bikin jî. Ev jî nexweşiya ji salan e. Bi carekê mirov nikare dev jê berde. Ev yek ji bo her xwendeyên kurdî xetereyek û nakokiyeke berbiçav e. Tirkî di her qada jiyanê de derdikeve pêşberî her kesî, ku ev mijar li ba hunermendên kurd neyê çareserkirin, wê temaşevan û civak çi bike? Ne ji bo pêwendiyê, ji bo hunera kurdî helwesta şanogerên me divê zelal bibe û hesabê xwe bikin…

 

Lîstikvan bi xwendin û nivîsandina kurdî re çi qasî têkildar in?

 

Gelek şanoger her gavê dibêjin: Çima pêşî li zimanê me dinêrin û tenê vê yekê rexne dikin û hunera me ji bîr dikin? Ma wê temaşevan li çi guhdar bike û wê li çi binêre? Wexta kurdiya şanoger qels be, yan jî têra gotina wî/ê neke, helbet wê temaşevan vê yekê bibîne û bibêje. Huner ku xweş be, piştî ku zimanê fêmkirin bala mirov dikişîne. Ma ku dengê yekî/ê nexweş be tu kes li wî dengî guhdarî dike û kêfekê jê distîne?

Korbûn ji bo ku ji holê rabe divê nirxandina ziman nebe pirsgirêka bazara ji bo hunerê. Her kes dikare bi kurdî biaxive, ev ne pesindayînek e; lê tu kes nikare hunera xwe bi zimanekî qels bi kar bîne. Gelo, lîstikvanên kurd, bi xwendin û nivîsandina kurdî re çi qasî têkildar in?

 

Gulan- 2010

cetoyezedo@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Bi Dilawer Zeraq re hevpeyvîn

ad

Alaton: Divê em ji kurdan bipirsin dixwazin veqetin yan na?

ad

Îrfan Aktan: Gavek pişt vê gavê Almanyaya Hîtler e

ad

Osman Ozçelik klasîkeke din wergerand kurdî

ad

Te çi kir Naomi?!

ad

2015: Binpêkirinên salê, kîteyên ji lîsteya ÎHD û TÎHV'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname