Diyarname
Mebûsê berê yê BDP'ê Osman Ozçelik ku ev bi dehan salan e bi kurdî re eleqedar e vê carê ji Tolstoy pirtûkek wergerand kurdî.
Nivîskar, siyasetmedar, wergêr Osman Ozçelîk ev bi dehan salan e bi kurdî dinivîse, berheman werdigerîne kurdî. Di salên 90'î de wî klasîkek dinyayê "Qaqlîbaz"a Jonathan Livingston wergerandibû kurdî û li Stenbolê ev berhem hatibû weşandin. Piştî salan, di sala 2000'î de vê carê "Rojeke Îvan Denîsovîç" a Aleksandr Soljenitsin wergerandibû kurdî. Ozçelik vê carê ne roman lê metneke şanoyê ya klasîk wergerand kurdî.
Metna şanoyê ya Tolstoy a bi navê "...Û ronahî di tariyê de dibiriqe" bi wergera Ozçelik ji Weşanên Avestayê derket.
Tolstoyê ku hemû berhemên wî di nav klasîkên dinyayê de cih digirin, ev berhema wî ya niha hatiye wergerandin drameke pênc perdeyî ye ku Tolstoy, ji ber jiyana xwe girtiye. Lehengê lîstikê Nîkolay Îvanovîç, esîlzadeyekî rus ê biwijdan e, ew jî mîna Tolstoy dixwaze qesra xwe û erdên xwe û mîratên xwe yên din, li gundiyan belav bike.
Ew, Şorinda (Wa‘za) Çiyê ya Îsa, mîna cewherê xiristiyaniyê dibîne û li gor vê, dixwaze dev ji şêweyê jiyana arîstokratî berde.
Sîstema lidarketî, dewletê, mulkiyetê û leşkeriyê red dike. Nîkolay Îvanovîç li hemberî her awayê şidetê ye. Ji ber ku, dîn dejenere dikin û şidetê pesend dikin, dêrê û ruhbanên ku di xizmeta dêrê de ne, ji binî ve, red dike.
Lîstik li ser Nîkolayê ku xizaniyeke bi rûmet çêtir dibîne, di navbera îdealên xwe û jiyana xwe ya rojane de, diçe û tê, ava bûye.
Berhem, fikrên Tolstoy ên ku bi navê “Anarşîzma Xiristiyaniyê’’ tê naskirin, pêşkêş dike.
Her wiha berhema Stefan Zweig “Xwesipartina Xwedê” ku berhemê temam dike jî hatiye wergerandin û li pirtûkê hatiye zêdekirin.
Siyasetmedar Osman Ozçelik serdema borî (2007) li Sêrtê wekî mebûsê serbixwe hat hilbjartin û ket meclisê. Ozçelik ku bi dehan salan de di nav partiyên kurdan ên hatin girtin xebitî û herî dawî jî di nav BDP'ê de mebûsî kir niha li Amedê dijî û digel siyaseta xwe, karê xwe yê nivîsê jî didomîne.
...Û ronahî di tariyê de dibiriqe/ Tolstoy, Xwesipartina Xwedê / Stefan Zweig / Wergera kurdî: Osman Özçelik / 208 rûpel
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


