Cemil Oguz
Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist 22’yê mehê dest pê dike. Di festîvalê de ji 120’î zêdetir belgefîlm hene.
Documanterîst îsal 3’yemîn car wê di navbera 22-27’ê vê mehê de li dar bikeve. Li 6 cihan, ji 35 welatan wê 120’î zêdetir belgefîlm bêne nîşandayîn. Di festîvalê de li ser têkiliya bajar-sînema, Filistîn-Îsraîl jî wê besikinîn.
Ji bo pêşkêşkirina bernameya festîvalê li Tutun Deposuya Stenbolê amadekarên Documetarist daxuyaniyeke dan çapemeniyê.
Festîval ji DYA heta Lubnan, ji Swîsre heta Hindistan, Arjantîn, Îzlanda, ji Îranê heta Kore, Danîmarka, Fransayê ji 35 welatan bi bernameyeke fireh derdikeve pêşberî temaşevanan. Di nav van de îsal bi taybetî li ser Balkanan, Polonya û Swîsreyê disekinin.
Ji amadekaran Necati Sonmez li ser beşa Balkanan sekinî, da zanîn ku wan nêriye ew der jî wekî Tirkiyeyê belgefîlm pêş dikevin û ji wir dest avêtine vê derê. Sonmet wisa got: “Bi Balkanan re wê biratiya belgefîlman çê bibe. Ji wir me belgefîlm anîn, ji vir jî emê belgefîlman bibin wê derê”
Dîsa ji amadekaran Emel Çelebi jî wisa got: “Li Balkanan jî wekî pirsgirêka belavkirina belgefîlman heye. Li Bulgaristanê navenda belgefîlman heye. Me bi wan re hevkarî kir. Ji Balkanan wê derhêner bên.”
Her wiha Çelebî got ku li ser kapîtalîzma hov, kapîtalîzma global ku çawa keda gelên herêman dixwe, li ser wan belgefîlmên wan hene.
Ajansa Paytexta Çandê piştgirî neda
Sonmez li ser beşa Bajar û sînema sekînî, da zanîn ku her demê têkiliya sînema û bajaran her hebû û wiha dom kir: “Li ser vê yekê emê bi beşdariya Ugur Kutay atolyeyeke li dar bixin. Di vir de sedsala 20’an çawa li bajar dinêrî û niha çawa li bajar dinêrin emê li sar bisekinin. Li ser Stenbolê jî emê bisekinin. Stenbol gelek bilez pêş dikeve. Me digot ev yek wê bala Ajansa Paytexta Çandê Stenbolê ya 2010’an, em bi wan re ketin têkiliyê qet eleqe nîşan nedan.” Sonmez bi vê yekê rexne li ajansê kir û her wiha rexne li Wezareta Çandê jî kir ku ji bo festîvaleke wisa girîng piştgiriya xwe pêşkêş nakin.
D
i festîvalê de di bin navê bajar û sînema, reşwa kapîtalîzmê, xeta fayê ya Rojhilata Navîn: Filistin û Îsraîl, rewşa jinan, Balkan, Polonya Swîsre de wê belgefîlm bêne nîşandayîn.
Dîroka Porteqala Yafa û koçberiyek
Di semîneran de semînera derhêner û akademîsyen, muxalîfê Îsraîlê Eyal Sivan wê hebe. Sivan ku yekem car tê Stenbolê, li ser rojeva belgefîlm, têkiliya wê ya bi rojeva siyasî re, têkiliya bi Îsraîl û Filistînê re wê 26’ê mehê derseke sînemayê bide. Her wiha belgefîlmê wî “Yafa, Otomatîka Porteqalê” jî wê bê nîşandayîn. Belgefîlm koçberkirina filistîniyan a ji bo Yafayê li ser dîroka porteqala navdar yafa re rewşa wan tîne ziman.
Di bin vê beşê de belgefîlmê “Budrus” ku têkoşîna aştiyane ya gundekî ya li hemberî Îsraîlê, “Xizmtiya Xwînî” (Blood Relation) ku ev jî li ser jineke cihû ye ku bi erebekî re dizewice û li kampan dijî, çîroka wê malbatê pêşkêş dike. Dîsa belgefîlmê “American Radical: The Trials of Norman Finkelstein” jî bi çavê muxalîfekî li Îsraîlê dinêre.
Ji Tirkiyeyê hilbijêra SÎYAD’ê
Di bin hilbijêra SÎYAD’ê de ji Tirkiyeyê li dor 30 belgefîlmî we bêne nîşandayîn û her wiha ji bo piştgiriyê di bin navê “Xelata Jîrî ya Nû ya Documentaristê” de wê xelateke 1000 Euroyî bidin belgefîlkarek ji nifşê nû ku ev beş bi alîkariya Serbalyozgeriya Hollandayê tê dayîn. Juriya vê jî ji Serbalyozgerê Hollanda Onno Kervers, derhênerê ji Romanyayê Diana Deleanu, derhêner Yeşim Ustaoglu, lîstikvan Tulin Ozen û akademîsyen niviskar Ugur Kutay pêk tê.
Ji belgefîlmkarên pêşîn ê Tirkiyeyê Mazhar Şevket Îpşîroglu wê bi 5 belgefîlmên xwe bê bibîranîn.
Be
lgefîlm wê li salonên sînemayên yên Muzeya Perayê, Navenda Çanda Fransiz, Akbank Sanat, Dutch Chapel, Tutun Deposu û Sismanoglio Megaro (Avahiya Balyozgeriya Yewnanistanê ya li ser Kolana) bêne nîşandayîn û bilêtên belgefîlman bi 4 TL’yî ne.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.



