Diyarname
MESAM'ê (Yekîtiya Pîşeya Xwediyên Berhemên Muzîkê ya Tirkiyeyê) bi navê "Vîzyon" kovarek derdixe. Kovarê di adarê de hejmara xwe ya 21'ê derxist. Di kovarê de beşa danasîna albumên nû yên bi tirkî jî heye lê kurdî têde nîn e. Li ser vê yekê hunermend Diljen Ronî ji ser twittera xwe re bertek nîşanî Mesamê da ku cih nedaye albumên bi kurdî û ev pirs kir: "Birêz lijneya rêveberiya MESAM'ê. Di hejmara kovara Vîzyonê ya nû de we cih daye albumên nû ku derketine. Ez jî endamê we yê esil im. Wekî min gelek muzîkarên kurd hene albumên xwe yên nû derxistin û we cih nedaye yekê jî. Çima cihnedayîna we çi ye?"


