logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Li Rojhilata Navîn du pergalên baweriyê hene

Eger mirov diyarde, pêkhatinên dîrokî û baweriyên cuda di nava çarçove û têgihîştina baweriyekê de binirxîne, her tiştî

  • Dîrok: 10/05/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Eger mirov diyarde, pêkhatinên dîrokî û baweriyên cuda di nava çarçove û têgihîştina baweriyekê de binirxîne, her tiştî serobino û rastiyê tehrîf dike. Li Rojhilata Navîn tevahiya baweriyan û dîrokê di nava çarçoveya Îslamî û li Ewropê jî di nava çarçoveya Xiristiyanî de tê nirxandin, ev jî tê wateya barovajîkirina rastiyan. Dema mirov bi awayekî lêkolînerî û rexnegirî nêzîkê baweriyên li Rojhilata Navîn afirîne, dinêre û dirûberîne, dibîne ku du navend û du pergalên ji hev cuda yên baweriyê derdikevin pêş. Em hewl bidin vê mijareya hatiye rûpoşandin, bi rûberandina cudahiyan ravekin:


Navendên Baweriyê

Li Rojhilata Navîn du navendên baweriyê hene. Yek; baweriyên li sêkoşeya Qudus-Yêmen-Misirê ku baweriyên gelê Samî (sam û ham) ne. Ev bawerî li ser baweriyên Cihûyan, Misra Kevn û qiraliyeta Saba rûniştiye û rengê xwe ji jiyana van gelan girtiye. Ev bawerî di vê roja me de wekî baweriya Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamê tên nasîn.

Ya duyem jî; baweriya sêkoşeya Mezopotamya- Derya Hezarê û Navenda Anatolyayê ye, ango navend Kurdistan e. Ev jî bi giranî baweriyên gelên Arî ne. Ev navend bingehê baweriya xwe ji baweriya Mîthrahî (xwedayê rojê) baweriya Someran (destana Gilgamêş), Zerevanî, Mardûk, Zerdeştî, Manî digire, li encama tevlihevbûnan jî, ev bawerî di rengê Yarsanî, Êzidî, Elewî (yên Kurd) û Zerdeştiyan de gihîştine vê roja me.

Di navbera van herdu pergalên baweriyê de cudahiyên herî mezin ev in:

1– Afirandin, xêr û şer

a) Di  baweriya sêkoşeya Qudus-Yêmen-Misrê de çarenûsa mirovan di Qalûbelayê de hatiye nivisandin, şer û xêr ji Xwedê ye, Xwedê hukim li giyan û hestê mirovan dike, li gor vê zelal e ku fonksiyona mirovan zêde tine. Lema di vê pergala baweriyê de melekê xirabiyê heye, daku fermana Xwedê ya xirabiyan pêk bîne.

b) Di baweriya Mezopotamya navend Kurdistanê de jî Xwedê mirov afirandiye, lê çarenûsa mirov daye destê mirovan. Xwedê li giyan û hişmendiya mirovan hukim nake. Mînak I: Di destana Gilgamêş de gelek baş zelal dibe, ji ber ku xwedawend nikanin li giyan û hestên mirovan hukim bikin, her carê teşeyekî wek Enkîdû, Cumbaba dişîne û dixwazin ku bi tirsê mirovan bigirin bin kontrola xwe. M.II: Dînê Zerdeştî; xirabî û başiyê di giyana mirov de dibîne. “Spenta” aliyê giyanê yê başiyê, Ankara (Angaryu) jî yê xirabiyê ye, lewma di vê pergala baweriyê de melekê xirabiyê tine. (Ehrîman ne xwedayê xirabiyê ye, ew li mirin û jiyanê, li payîz û zivistanê dinêre û bi Ahura Mazda ve girêdayî û di nava yektiyekê de ye. Pirraniya nivisakar û lêkolîneran vî aliyê giyanê Angaryu û rola Ehrîman tevlihev dikin û Ehrîman wek melekê xirabiyê destnîşan dikin. Ev dîtin şaş e.

2 – Xwedê û Wekîl

a) Di baweriya sêkoşeya Qudus-Yemen û Misrê de mirovên wekîlê Xwedê ne, hene, yanê Xweda mirovek wek wekîl şandiye rûyê erdê. Hz. Mûsa dibêje, “Ez çûm Tûrî Sîna, bi Xwedê re axivîm!” Ango; “li jor Xwedê û li jê jî ez”. Hezretê Îsa xwe bi sura îlahî ve girê dide, heta xiristiyan jê re kurê Xwedê dibêjin. Ango li jor Xwedê li jêr ew. Hz. Muhammed dibêje, “Laillaha ilallah Muhammed resûlillah” Ango Yek Xwedayê tenê heye û Muhammed resûlê wî ye.

b) Di pergala baweriya mezopotamiya-Kurdistanê de wekîlê Xwedê tine, Xweda tevahiyeke bê nûnêr e, tenê her hezar salî carê melekekê carinan di teşeyê mirov de tê rûyê erdê, rê nîşan dide û diçe. Lewma Hz. Zerdeşt gotiye; “Baş bifikirin, gotinê baş bibêjin û karê baş bikin!” Yanê negotiye, ez resûl, yan jî wekîlê Xwedê me. Peyva pêxember, ne di wateya wekîl de ye, tê wateya kesê peyamek aniye. Wekîltiya Xwedê gunehê herî mezin tê dîtin.

3 – Di baweriyê de rola wekîlên Xwedê

a) Di navenda baweriya Qudus-Yemen-Misre de şehadet bi wekîlan tê anîn û di navenda baweriyê de wekîlên Xwedê  hene. Cihû, Xiristiyan û Misliman şeheda xwe bi wekîlan tîne.

b) Di baweriya Navend Kurdistan de bawerî; giyanî û felsefîk e. “Humata, huksta, huvarîşt”a yanê “ramana baş, gotina baş, karê baş” wek şehadet e û bingeh e.

4 – Afirandina jinê û cihê jinê.

a) Di baweriya sêkoşa Qudus – Yemen – Misrê de jin tenê wek alaveke di xizmet û têrkirina hestên mêr de tê dîtin, ti nirxeke wê ya din tine. Her wisa zarokên keçinî jî.

b) Li ba baweriya navend Kurdistan de, jin û mêr wekî hev hatine afirandin, jin pîroz e, ji ber ku jin dayîk e û afrîner e, ew ji mêr pîroztir e. Her wisa zarok jî pîroz in.

Bêguman mirov dikane hê gelek cudahiyên din jî lê zêde bike, lê cudahiyên herî bingehîn û girîng ev in. Lewma divê mirov ne di nava çarçove û têgihîştina Îslamî, Cihûtî û Xiristiyaniyê de li baweriyên Mezopotamyayê binêre, mirov hewl bide ku wan baweriyên heyî di nava têgihîştina wan baweriyan de fêm bike û binirxîne.

10.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Her çar tîmên kurdan jî nekarîn ber xwe bidin

ad

Pêşbaziya Kurtefilmên Li Mal

ad

Bi kurdî peyama Dario Fo ya RŞC'ê

ad

Mebûsek Rihayê zêde dibe

ad

Demîrtaşû Zeydan dest bi greva birçîbûnê dikin

ad

Fînal: Wê Arjantîn an Almanya bi ser bikeve? Û vane hin îstatîstîk

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname