Diyarname
16'emîn Festîvala Şanoyê îsal di navbera 15'e gulanê û 4'ê pûşperê de li dar dikeve. Dest bi firotina bilêtên lîstikan kirin.
Di festîvalê 6 şano û reqsên navneteweyî û ji Tirkiyeyê 25 lîstin, rews û performansên ku dê yekem car derkevin pêşberî temaşevanan, bi giştî li dor 70 çalakî dê li dar bikeve.
Festîvala Şanoyê îsal dê di 15'ê gulanê de bi merasimekê li Aya Îrînî dest pê bike û li cihên wekî Aya Îrini, Ataturk Kultur Merkezi (Salona Mezin, Sehneya Aziz Nesin), Sehneya Haldun Taner, Kenter Tiyatrosu, Garajistanbul, Santralistanbul, Muammer Karaca Tiyatrosu, Sabanci Universitesi, Antrepo No. 3, Ses Tiyatrosu, Navenda Çanda Fransiz, Navenda Çanda Îtalyan, Bilsar, Galataperform, Muzeya Pera, Talimhane Tiyatrosu û li Tiyatro Z dê çalakî bêne pêşkêşkirin.
Niha dest bi firotina bilêtên lîstikan hate kirin. Bilêtêlên lîstikên ji Tirkiyeyê bi piştgiriya Stenbol 2010 de bi 10 YTL têne firotin, bilêtên lîstikên biyanî jî di navbera 15 û 60 YTL'yî de diguhere.
Ji bo agahiyên berfireh:
http://www.iksv.org/tiyatro/program.asp


