logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Agahiyên ji NEWROZ'a îsal...

Agahiyên ji NEWROZ'a îro...

  • Dîrok: 21/03/2021
  • Beş: Nûçe


18.00 Amed û Wanê silavek xurt da

Ligel hemû astengiyan jî Amedê îro carek din coşa xwe ya Newrozê nîşanî hemû dinyayê da û heta Newrozeke din xatir xwest. Li aliyê din li Wanê jî gel coşeke mezin nîşan da. Ger ber Keleha Wanê tije kiribû.
Hat dîtin ku bi giştî li bajarên din jî coşa Newrozê ji salên din ne kêmtir, cih bi cih jê zêdetir bû jî.

15.30: Kampanyaya Kurdî

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî 22'yê Reşemî "Roja Zimanê Zikmakî" ya îsal de ji bo kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê perwerdehî û ji bo bibe zimanê fermî kampanyaya îmzeyan dabû dest pê kirin. Ji bo vê yekê îro li qadên ku diherikin Newrozê stand vekiribûn û îmze didan hev. Li ser standan bi hezaran îmze hatin komkirin. Hat dîtin ku eleqe ji bo standan hebûn. 

15.00: Sancar: Emê miheqeq bi ser bikevin

Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar li Newroza Amedê axivî. Vane ji gotinên Sancar çend not:

- Silav ji bo Selahattin Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Selçuk Mizrakli, Gultan Kişanak, Leyla Guven, Musa Farisogullari û girtiyên din. Ew hemû serbilindiya me ne, mîrate, têkoşîn, peyam, deng, nefesa wan nefesa me ye, peywira me ye ku em vê bînin cih.

- Ev desthilatdarî temsîla xirabiyê ye. Bi mîlyonan însan dê serî neteweyînin, emê miheqet bi ser bikevin.

- Ma HDP dikan e? Hûn derî li çi digirin? HDP ev e, HDP gel e, gel... HDP navnîşana hêviyê ye. Vaye em li vir in, bila ev jî ji bo we bibe derd.

- Werin ligel gelên Tirkiyeyê em azadî, aştî, wekhevî bidin zarokên vî welatî. Banga me li îtîfaka demokrasiyê ye. Ev desthilatdarî tiştek nade vî welatî. Li hemberî vê têkoşîn berpirsiyariya me hemûyan e. Werin em bi hev re vê meşê mezin bikin.

- Banga Ocalan a di nameya sala 2013'ayn de ku digot "Em pêşeroja hevpar bi hev re saz bikin" em li pişt vê bangê ne. Em piştgiriya hemû bangên birêz Ocalan ên di nameya 2013'yan de dikin, em îro heman daxwazan tînin ziman. Tiştê di Newroza 2013'yan de anîn ziman vîna çareseriya demokratîk bû.

- HDP mezin dibe û tê. HDP meşa xwe bilind dike û dimeşe. Hûn dixwazin me xilas bikin lê em tên ku vî welatî bi rê ve bibin. Bila kes hêvîşikestî nebe, bila coşa li vir bibînin, bila bizaninin ku emê çawa rê bidomînin. Kes nikare vîna gel têk bibe. 

14.00: Li Rojava gel li ser piyan e

Li bajarên Rojava di serî de li Qamişlo, Amûdê, Kobanî, Minbij, Girkê Legê, Dêrikê, Dirbêsiyê, Hesekê bi deh hezaran kurd hatin ba hev û dest bi pîrozbahiyan kirin.

Her wiha li Helebê jî kurd, ereb û tirkmen li taxa Şiqeyêf ya ku li bakurê taşa Şêxmeqsûd e hatin ba hev û Newroz pîroz kirin.

(Dîmen ji pîrozbahiya li Rojava... Ji ANHA'yê hatiye girtin)

Li Çûkûrovayê jî Newroz bi coş hat pîrozkirin. 

Li Şanogaha Mîmar Sînan a Edeneyê gel Newroz bi coş pîroz kir. Li Mêrsînê, Hatayê jî gel Newroz pîroz kir.

13.50: Biden Newroz pîroz kir

Serokdewletê DYA'yê Joe Biden bi peyameke nivîskî Newroz pîroz kir. Biden got ku ji îranê heta Asyaya Navîn, ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê ez Newroza her kesî pîroz dikin û wisa got, "Ji ber Covid-19 hemû mirovahî ji serdemeke zehmet re derbas dibe. Pîrozbahî jî di qadên sanal de têne pîrozkirin. Piştî hemû êş û windayiyên me rojên baş li pêşiya me ne. Ji bo pêşerojeek aştî, aramî û xweşbînî divê em hemû bi hev re bixebitin."

Sekreterê Giştî yê NY'ê (Neteweyên Yekbûyî) Antonio Guterres jî ji bo pîrozbahiya Newrozê peyamek belav kir û Newroz pîroz kir.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî bi belavkirina vîdyoyek Newroz pîroz kiribû. 

Kurdên Lubnanê Newroz pîroz kirin

Kurdên li Lubnanê êvara 20'ê mehê li komeleyê hatin ba hev û Newroz pîroz kirin.

Li paytexta Beyrûtê, li navenda Komeleya Newroz bi dehan kes kom bûn, mûm û meşale ji bo Newrozê pê xistin û Newroz pîroz kir. Beşdaran bi govendê û stranan Newroza xwe pîroz kirin.

13.30: Serhed li ser piyan e

Di sedî de Wan, li Tetwan, Bazîd, Agirî û Mûşê dest bi pîrozbahiyan hat kirin. Bi hezaran kes li qadan û Newroza xwe pîroz dikin.

Li aliyê din li Culemêrgê li Qada Otogarê, li Geverê jî li Stada Nû ya Bajêr ji bo pîrozbahî gel hatiye ba hev.

13.00: Li Aydin erebe hat desteserkirin, li Mêrdînê qedexeya broşuran

Li Aydina Tirkiyeyê erebeya ku banga Newrozê dikir ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin. Polîsan li Taxa Ovaemir a navçeya Egelera Aydinê bi sedema "Erebeya bangkirinê ev kar li rusqeta erebeyê nehatiye nivîsîn" erebe desteser kir û hezar û 339 TL ceza li xwediyê erebeyê birî.

Li Mêrdinê broşur hat qedexekirin

Li Dêrika Mêrdinê qeymeqamî broşurên HDP'ê yên li ser Newrozê qedexe kirin. Qeymeqamî bi gotina "Der barê HDP'ê de doza girtinê heye" broşur qedexe kirin. Li gor zagonêqedexeyeke wisa nîn e, li aliyê din hê doza girtinê jî li HDP'ê nehatiye vekirin.

12.30: Dêrsimiyan guh neda qedexeyê

Li piraniya bajarên kurdan ji bo pîrozbahiyên Newrozê destûr hat dayîn lê li Dêrsimê Walîtî Newroz qedexe kir. Lê dêrsimiyan guh neda qedexeyê û li Qada Seyit Riza hatin ba hev. Gelê Dêrsimê li qadê agirê Newrozê pê xistin û dest bi pîrozbahiyê kirin.

Kemal Kurkut hat bibîranîn

Ciwanê kurd ê ku di sala 2017'an de li Qada Newroza Amedê dema diçû Newrozê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin îro hat bibîranîn. 

Hevserokê HDP'ê Mithat Sincar, Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir, Mebûsên HDP'ê İmam Taşçier, Dersim Dag, Garo Paylan, Semra Guzel û komek HDP'yî çûn Kolana Evrim Alataş ku Kurkut li wir hatibû kuştin û ew li wir bibîr anîn.

Sîncar li vir axivî û got, "Ew rojên ku tu li bendê bûn dê bên." 

Kom piştî bibîranînê çû Qada Newrozê.

Kemal Kurkut xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Înonu bû û 21'ê adara 2017'an de li cihê lêgerînê polîsan ew kuşt. Kurkut hê 23 salî bû.

Parêzer hat binçavkirin

Li Edeneyê parêzer Ozgur Yakut hat binçavkirin. Parêzer twitek weşand û got ku ew li qada Newroza Edeneyê tê binçavkirin, paşê di twîtek din de got niha min xistine erebeyê dibin û ger ez bi paş ve gav biavêjim ez ji wan xirabtir bim.

(Ev foto û fotoyê destpêkê ji Ajansa Mezopotamyayê hatiye girtin)


12.00: Gelek bajar li ser piyan in

Li Wanê qada Newrozê ku li ber Keleha Wanê tê pîrozkirin tije bû. Gel bi coş Newrozê pîroz dike.

Li Çewligê û Dêrsimê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin.

Li Cizîr, Riha, Sêrt, Batman, Edene, Entab bi hezaran kurd çûn qadên Newrozê û dest bi pîrozbahiyê kirin.

11.30: 'Kurd li qada berxwedanê ne'

Mebûsa HDP'ê ya Amedê Semra Guzel  ji bo gel axivî û got, "Yên ku kurdan tune dihesibînin bila li vê qadê binêrin. Kurd li qada berxwedanê ne."

Serokê KKP'ê Sinan Çiftyurek jî Newroza gel pîroz kir, li ser zordariyan sekinî û got, "Ger ferman ê padîşa be, qad jî ya gelê me ye. Vaye qad, vaye gelê kurd. Gelê kurd bi sedan salan e li kuçeyan, li qadan siyasetê dike."

11.00: Sedhezar gihîştin qadan

Bi sed hezaran Amedî gihîştin qada Newrozê. Li gor çavdêriyan di salên dawî de li Amedê ev Newroza herî bi coş e ku dest pê kiriye.

10.30: Rojnameger hat dersînorkirin

Rojnamegerê fransiz ê bi navê Bylv Mercadier ji bo here Amedê hatibû Stenbolê, li balafirgehê ew hat binçavkirin û dûre bi sedema "Ketina wî ya Tirkiyeyê qedexe ye" hat dersînorkirin. RSF'ê (Rojnamegerên Sînornenas) ragihand ku Mercadier vê sibê ew siwarê balafirê diçe Parîsê kirine û bi paş ve vegerandine.

10.00: Qadên Newrozê amade ne

Li Amedê qad ji bo Newrozê Amade ye û gel diherike qadê. Li Batman, Wan û bajarên din jî gel ber bi qadên Newrozê ve diherike.

AKRE HER RONÎ YE

Li Akreyê êvara 20'ê mehê wekî her sal bi dîmenên gelek xweşik Newroz hat pîrozkirin. Bi sedan kes bi meşaleyên girtin destên xwe êvara Akreyê ronî kirin. Wekî her sal dîmenên xwe pêşkêş kirin. (Foto ji Rûdawê hatiye girtin)


***

Nûçeya Eleqedar:

- Stenbolê bi Newrozê dengê xwe bilind kir

- NEWROZ...

- HDP'ê tabloyê Kawayê Hesinkar diyarî Îmamoglu kir
 


(Dîmena ji Newroza Wanê... Foto ji MA'yê hatiye girtin)

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

10 sal ceza li Xwediyê Xelata Nobelê birîn

ad

Polîsên rêveberê BDP'ê bi giranî birîndar kir

ad

Li Brîtanyayê piştî 106 salan hemşîreyan dest ji kar berda

ad

Huda-Par beşdarî Cumhur Îtîfaqi bû

ad

Mijara saetê

ad

Enîgma bi 52 hezar dolarî hat firotin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname