Amed
Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya KCD'ê encamnameya xwe weşand. Vaye ew encamname:
Encamnameya Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya Kongreya Civaka Demokratîk hate aşkerakirin. Di encamnameyê de bang li dewletên herêmê hate kirin ku zext û zora li ser zimanê kurdî bi dawî bikin û kesên mîna Vedat Kurşun ku ji ber xebatên xwe yên bi zimanê zikmakî hatine girtin demildest bên berdan. Di encamnameyê de behsa biryarên hatine girtin nehate kirin û bang li gelê kurd jî hate kirin ku li hemberî asîmilasyonê zimanê kurdî bikin zimanê jiyanê.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) "Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî" li di navebar rojên 12-13'ê hezîranê li Amedê bi beşdariya gelek zimanzan, perwerdekar û aktîvîstên zimên li dar xist. Ji Tirkiye û ji welatên wekî; Îran, Iraq, Sûriye, Ermenistan, Rûsya, Ewropayê gelek kes û sazî beşdarî komxebatê bûn. Encamnameya komxebatên hate eşkerekirin û wiha hate gotin: "Di komxebatê de rewşa zimanê kurdî û zimanên din ên Mezopotamyayê bi berfirehî hat gotûbêjkirin. Her wiha rê û rêbazên parastin û pêşvebirina van zimanan hatin nîqaşkirin. Di komxebatê de ezmûn û modelên cîhanî, mafên zimanî û mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî hatin nîqaşkirin."
Ji bo dewletan: Asîmilasyonê rawestînin!
Di encamnameyê hate gotin ku bingeha gelş û arîşeyên heyî pergala asîmîlasyonîst a dewletên herêma Rojhilata Navîn e û van dewletan ji bo avakirina neteweyeke yekgirtî û yekreng polîtîkayên zimankujiyê li ser gelên herêmê ferz kirine. Hate diyarkirin ku beşdarên komxebatê xwest ku ji bo jiyaneke demokratîk û pêkanîna mercên pêkvejiyanê ev pergal biguhere û encamname wiha domiya: "Li şûna polîtîkayên asîmîlasyonîst divê polîtîkayên ku derfetê didin parastin û pêşvebirina zimanên gelan serdest bibin."
Komxebatê ji dewletên herêmê ev daxwaz kirin:
* Bila zextên li ser kurdî û li ser zimanên din ên herêmê bê qeyd û merc ji holê werin rakirin. Kesên mîna Vedat Kurşun ku ji ber ziman û nasnameya xwe di girtîgehan de ne bêyî şert û merc bêne berdan.
* Mafên siyasî, çandî yên gelan di makeqanûnan de werin destnîşankirin.
* Di vê serdemê de ji bo ku zimanek bijî divê bibe zimanê perwerdehiyê, lewre jî di serî de zimanê kurdî, divê zimanên herêmê bibin zimanê perwerdehiyê.
* Ji bo rêveberiyeke demokratîk û jiyaneke suriştî û azad divê pergala hişk a navendî bê guhartin, hêz û rayeya rêveberiyên herêmî û xwecihî zêdetir bibe.
'Divê saziyên kurd peywirê bigirin'
Ji bilî banga ji bo dewletan hate kirin ji siyasetmedarên kurd, saziyên sivîl ên kurdan, karsazên kurd hate xwestin ku di warê parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de peywirê bigirin û berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Hate diyarkirin ku azadiya zimanî di azadiya neteweyî de xaleke girîng û stratejîk e, divê hemû sazî û dezgehên kurdan doza zimanê kurdî bidin pêş û li ser vê bingehê xebatên hevbeş bikin.
'Divê kurd li benda unîter nemînin'
Hate xwestin ku divê gelê kurd êdî li benda dewletên unîter nemîne û pergala xwe ya civakî, siyasî, çandî ava bike. Komxebatê eşkere kir ku ew di nav pergala giştî de, avakirina pergala ziman wekî berpirsiyariyeke hiqûqî, civakî, etîk û felsefî dibîne.
Ev bang li gelê kurd hatin kirin:
* Li her cih û warî bi kurdî bipeyive, bi kurdî bixwîne û binivîsîne.
*Di serî de siyasetmedar û rewşenbîrên kurd, divê hemû kurd beşdarî têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê xwe bibin.
*Bêyî ku em li benda destûr û biryara dewletên serdest bimînin, ji bo ku zimanê xwe yê zikmakî bikin zimanê hemû qadên jiyanê û ji bo avakirina pergala perwerdehiya bi zimanê zikmakî, plan û projeyan amade bikin.
*Ji bo pêşvebirina ziman û perwerdehiya kurdî bila saziyek were avakirin. Bo nimûne ji bo amadekirina bingeha perwerdehiya bi zimanê zikmakî xebata unîverstiyekê were kirin.
*Rojnameger û weşangerên kurd di warê bikaranîna kurdî de divê hişyar û baldar bin. Di kar û barê xwe de rêz û rêçikên zimanê kurdî esas bigirin, ji zimanê wergerê dûr bikevin.
*Sazî û dezgehên kurd têkilî û yekgirtina xwe xurtir bikin û ji bo pêşvebirina çand û zimanê kurdî projeyên hevbeş pêk bînin. Nemaze jî divê ji bo perwerdehiya zarokan bername û projeyên taybet werin amadekirin.
*Kurd divê hemû zaravayên zimanê xwe wekî dewlemendiyekê bibînin û ji bo pêşvebirina wan
xebatê bikin. Di serî de mamoste û rewşenbîrên kurd, divê hemû kurd hînî zaravayên hev bibin.
'Zimanên Mezopotamyayê hatin nîqaşkirin'
Di encamnameyê de hate gotin ku di komxebatê de rewş û arîşeyên zimanên Mezopotamyayê jî hate nîqaşkirin û wiha hate gotin: "Beşdaran diyar kir ku erdnîgariya Mezopotamyayê, erdnîgariyeke pirçandî û pirzimanî ye. Divê kurd bi awayekî tengbîn nêzî zimanên gelên cîran nebin, têkiliya van zimanan bi zimanê kurdî re bibe mijara lêkolînan û mafê perwerdehiyê ya van zimanan jî were dabînkirin. Her wiha desthilatiya kurd di xebatên xwe de divê modeleke pirzimanî pêk bîne û bi vê yekê di warê demokrasiyê de bibin mînak."
'Yekgirtina siyasî şert e'
Wekî banga dawî jî hate destnîşankirin ku beşdarên komxebatê ji bo azadî û pêşketina zimanê kurdî bal kişandin ser pêwîstiya yekgirtina siyasî û li ser vê bingehê jî piştgiriya xwe ji bo xebatên konferanseke neteweyî diyar kiriye.


