Yeko Ardil
Piştî belavbûna nûçeya der barê balafirên tornadoyê yên alman de rojeva Almanya û bi taybetî jî ya kurdan vegeriya ser vê babetê. Li gorî nûçeya di kovara Der Spîegelê de cih girtî Almanya li gorî daxwaza DYA û hêzên hevpeymanî wê balafirên tornadoyê li Rojava ango li bakurê Suriyeyê bi cih bike û wisa jî gaveke zêdetir tevlî nav lîstika li herêmê bibe.
Heta dema belavbûna wê nûçe û şîroveyê di asta hikumet û rayedariyê ya alman de daxuyaniyek nehatibû dayîn. Piştî nûçe derçû gotûbêjên piralî jî rûdan û her wisa kurd jî vir de wê de tevlî nav wê nîqaş û gengeşiyê bûn.
Wekî tê zanîn Almanya di van babetan de bi gav avêtinên îhtiyadî tê nasîn. Heta niha ligel ku di nav piraniya hevpeymaniyan de jî cih girtiye, lê tu carî zêde xwe deher nekiriye. Bi gotineke din, li pişt perdeyê maye, alîkariya çekî û madî daye hêzên hevpeyman lê di qada şer de rengê xwe nedaye nîşan. Niha bi babeta tornadoyan ev reng wê hinekî din jî derkeve holê. Eger rast derkeve wê li Rojhelata Navîn rengên reş, sor û zer jî li esmanî xuya bibe.
Helbet her dever û alî li gorî bîr û baweriya xwe bertekên cihêreng nîşanî vê bûyerê dan. Ya me herî zêde eleqeder dike, daxuyaniya Partiya Çep a Alman (Dîe Lînke) ye. Lewre ev partî xwediya polîtîkayeke kurd e. Li gorî tevahiya partiyên din yên Almanyayê nêrîn û sekneke wê ya zelal heye. Her wisa jî gotin û kiryarên wê jî ji aliyê raya giştî ve, ji aliyê kurd û tirkan ve jî ji nêz ve tê şopandin.
Partiya Çep a Alman xwedî dîrokeke dûr e. Heta ku xwe ber dide nav mêjûya sosyalîzma reel. Partî wekî berhemeke bermahiya Almanyaya Demokratîk e (DDR) piştre bi guherîn û pêkhatinên dîtir ve rengê xwe yê îroyîn wergirt. Di Parlamentoya Almanya de wekî partiya çaran cih digire. Her çiqas hêzeke wê ya xurt tunebe jî kiryar û gotinên wê hêjayê guhdarîkirinê tên dîtin.
Partî wekî pêkhateyeke polîtîk li ser bingeha çepgiriyê ye lê mirov nikare bibêje ku yekreng û yekdengî li dar e. Wekî mînak baskê Sarah Wagenknecht wekî rastgir û ya Katja Kîpîng jî çepgir tên hesibandin. Gelek caran di babeta kurd û Kurdistanê de jî di nav partiyê de ev nêrînên cuda li hev diqelibin.
Di dema Berxwedana Greva Birçîbûnê ya dîrokî de di hevdîtineke ligel Partiya Çep de hind parlamenterên wê rexneyên xwe kirin û gotin: "Hûn çima her tiştî bi birêz Ocalan ve girê didin? Biryara Ewropayê ya ji bo serbestberdana Demîrtaş heye, eger hûn kampanyayên wisa bi rê ve bibin wê encamên serkeftî jî bi destê we bikeve."
Ev nêrîna ku ji aliyê Heîke Hensel ve hat ziman di rastiyê de nûneriya baskekê ya di nav partiyê de jî dikir.
Eger berxwedan bi awayekî din bi encam ba ango serkeftina kurd li bendê bûn bi dest neketiba wê nêrînên wekî birêz Henselê jî zêdetir bibûna.
Dîsa baskek di nav partiyê de ku serkêşiya wê jî Sevîm Dagdelen dike bi tenê di babetên sîyaseta legal a kurdan de daxuyaniyan didin û mirov têdigihê ku hewl didin xwe ji babeta PKK, Ocalan û Qendîlê dûr bigirin.
Di babeta şandina tornadoyan de jî navê Dagdelen derket pêş. Di çarçoveya peywira di nav partiyê de daxuyanî ji aliyê wê ve hat dayîn û li ser navê wê ma. Lê di rastiyê de Partiya Çep ji mêj ve xwedî polîtîkayeke wisa ye. Tim jî gotine ku ew li dijî şandina leşker û çekan in. Ji bo her deverên cîhanê polîtîka wan ev e û ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn jî nêrîna wan naguhere.
Daxuyaniya wan bû sedemê bertekên tund di nav kurdan de. Helbet ev bertekên rewa ne. Kurd li herêmê di nav mercên hebûn û nebûnê de ne, hevsengî û mêzîn hinde hesas in ku qewimîna felaketên wekî bi serê ermen û gelên din de hatîn ne îhtimalên dûr in. Bêguman kurd xwedî hêzên girîng in lê hîna jî dewletên dagirker li ser gelê kurd tehdît in.
Partiya Çep li Almanyayê heta li tevahiya Ewropayê jî xwedî polîtîkayeke kurd e. Wekî mînak di warê rakirina qedexeya li ser Partiya Karkerên Kurdistanê de, li dijî krîmînalîzekirina kurdan û xebatên wan, dîsa di gelek waran de eşkere li cem kurdan cih digirin.
Bêguman kurd jî li Almanyayê hêzeke girîng in. Êdî hejmareke mezin hilbijêrên kurd hene û her wisa gelek kurd jî di nav Partiya Çep de xebata siyasî dikin. Ango mirov dikare bêje ku danûstandinên du alî hene.
Lewra divê kurd rexneyên xwe yên li dijî partiyê bînin ziman, bertekên xwe yên demokratîk jî bidin nîşan, lê ev di çarçoveya hevaltî û dostanî de be. Di rastiyê de tornado li dijî tirkan nayêne bikaranîn lewra her du jî dewletên NATO'yê ne. Li aliyê din divê Partiya Çep di hind babetan de wê biryara li dijî şandina çekên alman a ji bo derve jî di ber çavan re derbas bike. Lewre dibe ku li hemberî dîrok û mirovahiyê tawanbar jî bimînin.
08.06.2019, Yenî Ozgur Polîtîka
**
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455
info@davetiyeonline.net


