Nacî Kaya / MA/ STENBOL
101 kesên bi navê "Porsipî" kurtedemek berê îmze avêtibûn bin metnek û wisa derketibûn pêş diyar kirin ku divê piştgiriya HDP'ê bê kirin û got: "Ev ne partîzanî ye, ev xwedîderketina li siyaseta Tirkiyeyê ye."
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di 25'ê Rezberê/Îlonê de çalakiyên Kobaniyê yên sala 2014'an de kiribûn hincet nîşan dan û der gelek rêveberên HDP'ê girtin bin çavan. Ew hê li Emniyeta Enqereyê ne. Rewşenbîran dijî vê nerazîbûn nîşan dan. Rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û hunermendên ku di 21'ê Tîrmeha 2020'an de bi navê "101 Porspî" ji bo yekîtiya hêzê bang li muxalefetê kiribûn, piştgiriya xwe ji bo HDP'ê ragihandin. Parlementerê Partiya Anavatanê (ANAP) yê berê û siyasetmedarê kurd Abdulbakî Erdogmûş, nivîskar Ahmet Însel û nivîskar Aydin Engîn, bang kirin ku her kes li dor HDP'ê bibe xelek.
ENGÎN: Dixwazin HDP'Ê BÊTEVGER BIKIN
Nivîskar Aydin Engîn, operasona navbirî ji bo hilbijartineke muhtemel wekî pêngaveke bêtevgerkirina HDP'ê nirxand û got: "Lê belê hewldaneke badilhewa ye. Dikarin bi hincetine bêbinî rêvebirên HDP'ê bigirin. Lê ya hilbijêrên HDP'ê? Çi bikin jî wê nikaribin bersiva vê pirsê bidin. Hilbijêrên HDP'ê, nexasim di hilbijartina Stenbolê de xwe nîşan dan ku bê ew hilbijêr çiqas bi dîsîplîn in. Lewma ev hewldanên îqtîdarê badilhewa ne. Tiştê ku karibin ew jî ew e ku belkî karibin îqtîdara xwe taloq bikin. Lê dê nikaribin wê jî bikin."
ÎNSEL: ÊRÎŞEKE KU LI TEVAHIYA MUXALEFETÊ HATIYE KIRIN
Akademîsyen Ahmet Însel jî anî ziman ku operasyona navbirî hem ji bo HDP bê krîmînalîzekirin hem jî ji bo Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan awayê xwe yê rêvebiriyê li tevahiya muxalefetê empoze bike hatiye kirin û got: "Ev êrîş tenê ne li HDP'ê, li tevahiya muxalefeta Tirkiyeyê hatiye kirin. Êrîşeke pir giran e. Divê ev yek bi vî awayî bê nirxandin. Tenê ne li rêvebirên HDP'î, li tevahiya hêzên demokratîk hatiye kirin. Divê ev êrîş bi vî awayî bê nirxandin."
ERDOGMÛŞ: DIVÊ HER KES XWEDÎ LI HDP'Ê DERKEVE
Siyasetmedar Abdulbakî Erdogmûş destnîşan kir ku a hatiye kirin operasyoneke ku li tevahiya siyaseta Tirkiyeyê hatiye kirin û got, her ku îqtîdar hem di siyaseta hundirîn hem jî di ya derveyî de qels dibe li hemberî kurdan û HDP'ê operasyonan li dar dixe û derdorên netewperest û dîndar konsolîde dike. Erdogmûş, destnîşan kir ku HDP ji bo siyaseta Tirkiyeyê fedakariyên mezin dike û got, lewma divê ev operasyona li HDP'ê hatiye kirin wekî li tevahiya muxalefetê hatibe kirin bê nirxandin. Erdogmûş, anî ziman ku divê her kes xwedî li HDP'ê derkeve û got, xwedîderketina li HDP'ê xwedîderketina li siyaseta Tirkiyeyê ye.
Erdogmûş, anî ziman ku helwesta Porsipiyan a li dijî vê operasyonê pir zelal e û got: "Cihgirtina li cem HDP'ê mecbûrî ye. Ev ne partîzanî ye, ev xwedîderketina li siyaseta Tirkiyeyê ye."


