Diyarname
Nivîskara xelatgira Xelata Nobelê ya Wêjeyê Toni Morrison roja 5'ê gelawêja 2019'an wefat kir. Ew yekem jina reşik bû ku xelata Nobelê ya Wêjeyê girtibû.
Nivîskar Toni Morrison roja 18'ê reşemiya 1981'ê de li Loraia a Ohia ya DYA'yê hatibû dinê. Morisson di jiyana xwe de gelek berhem derxistibûn û bi xebata xwe kiribû ku wêjeya "Afro-Amerîka" bê nasîn. Wê yekem car di sala 1970'ê de romanek nivîsandin û paşê bi yên din dom kir.
Xelata Nobelê ya Wêjeyê (1993), Xelata Pulitzer a Vesazkirinê (1988), "Madeliya Azadiyê ya Serokwezîriyê (2012), Madalyaya Keda Heta Hetayê ya Ji bo Wêjeya Amerîkayê (1996) jî di nav de wê gelek xelat girtibûn. Ji pirtûkên wê "Sula", "The Bluest Eye", "Song of Solomon" (1977), "Jazz" (1992), "Paradise" (1997), "Home", "God Help The Child" hin pirtûkên wê yên ku zêde têne nasîn in.
Ji pirtûkên wê fîlm jî hatine kişandin ku yek ji wan "Beloved" e ku di sala 1998'an de bûbû fîlm.
Di sala 2012'yan de dema Xelata Azadiyê ya Serokwezîriya DYA'yê dabûn wê Serokdewletê DYA'yê yê wê demê Barack Obama wisa gotibû: "Nivîsên Toni Morrison xwedî exlaq û hestên xurt in ku kêm nivîskar diwêrin wisa binivîsin."