Diyarname
Fêdeyeke din a xwendina pirtûkan derket holê. Li gor lêkolîna noropsîkologên fransiz xwendina pirtûkan, dilşadiya mirov û xwe baş têrkirin pêşî li nexweşiya xurifandinê digire.
Lêkolîn li ser 1433 extiyarî hatiye kirin. Hate dîtin ku kesên hindik pirtûkan dixwînin li gor yên ku zêdetir diXwînin sedî 18 zêdetir bi nexweşiya xurifînê dikevin. Xwendina pirtûkan hêzê dide mejiyê û dike ku ew çalak bimîne.


