Yeko Ardil
Heftêya borî yek ji babetên sereke ku bû sedema dilşadiya almanan jî zayîna pandaya bi navê Meng Meng bû. Pandaya ku raya giştî ya alman ji mêj ve bi kelecan li benda zayîna wê bû, cêwî anîn. Li welatê ku mirov xweziya xwe bi rewşa heywanan tînin, ev bûyer wekî dilşadiyeke neteweyî hat pêşwazîkirin.
Zayîna panda Meng Meng bi giştî di sermanşetên rojnameyên almanî de wekî nûçeya sereke cih girt. Li hin welatên dinê yên monark de gava melîkeyên wan dizên ew bi vî awayî şa dibin û şahiyan li dar dixin.
Li baxçeyê navdar yê li paytexta Almanyayê Berlînê li Zoologîscher Gartenê Meng Meng a şeş salî her du têjikên xwe yên reng pembe dimêjîne. Rayedarên Baxçeya Heywanan a Berlînê hestên xwe bi van hevokan da nîşan: “Meng Meng bû dayîk! Hem jî cêwî anîn. Em ji bo dilşadiya xwe bidin nîşan, li peyvan digerin!”
Helbet ji bo almanan ev ne bûyereke ji rêzê ye û çîrokeke di paşxaneya wê zayînê de heye. Aliyekî girîng ya wê ev e ku panda Meng Meng ji Çînê ji bo Almanyayê wekî diyarî, lê ji bo demekê hatiye şandin. Ji wê danûstandinê re ‘Dîplomasiya Pandayan a dostaniyê’ jî dibêjin.
Li aliyê din cara yekem e ku li Almanyayê zayîneke wisa rû dide ango cara yekem e ku pandayek li ser axa Almanyayê çêlikên xwe tîne dinê.
Baş e, sereka vê bûyera ku hinde bû sedemê dilşadî û bextewariya almanan a bi navê pandayê ku bi piranî em şiklê wê li ser firaxên cur bi cur dibînin an jî wekî pêlîstokên di destê zarokan de li ber çavên me dikevin, kî ye?
Ew heywanên ku ew qas bala dinê dikişînin û wekî berdilkên mirovan tên hesibandin li ku ne û çawa dijîn?
Panda her çiqas xwedan gelek cihêrengiyan be jî, ji malbata hirçikan tê hesibanin. Li cîhanê bi tenê li Tîbet û Çînê dijîn. Wisa tê qebûlkirin ku di jiyana kovî de bi qasî 2000 panda mane. Bi gotineke din eger tedbîrên pêwîst neyên girtin wê nifşê pandayan jî mîna yên gelek candarên ku vê gavê em li fosîlên wan digerin, ji holê rabin.
Panda di heman demê de hem goştxwur û hem jî gihaxwur e, lê zêdetir bi bambûyan dijî. Bambû cureyek qamîşên ku piranî li deverên Asyayî yên avî şîn dibin e. Jê re ‘Qamîşê Hindî’ jî dibêjin. Pandayek ji bo pêdiviya jiyana xwe pêk bîne divê rojê herî kêm 12 saetan bambûyan bixwe, Her wiha nîvî ji jiyana pandayan li pey peydakirin, komkirin û xwarina bambûyan derbas dibe. Temenê wan yê di jiyana daristanî de bi qasî bîst salan e. Pandayên mê li gorî gelek heywanên din di warê zayînê de zêde çalak nîn in. Salê encax sê caran dikarin bizên.
Niha li ser rewşa pandayan, bi taybetî jî ji bo dawiya wan neyê û ji ser rûyê dinê tune nebin, gelek lêkolîn û xebat tên kirin. Heta hin pêşniyar hene ku li dewsa zarokan mirov dikarin pandayan ji xwe re wekî endamên malbatê yên ji derve hilbijêrin.
Ev bûyera zayînê ya ku dilê almanên hemwelatiyên me hinde şad kir, helbet balkêş û girîng e. Di çi mercî de dibe bila bibe, payepêdan û girîngdîtina xweza, sirûşt, jiyana heywanan û tevahiya candaran hêjayî silavkirinê ye. Heta mirov dikare li gel wan, hêmanên bêcan yên li rûyê cîhanê jî zêde bike. Girovera me ya em lê dijîn, bi her awayî li ber xeterê ye û divê bala mirovan li ser be. Heta niha jî li gel hemû xebat û hewldanan ji bilî vê giroverê şûnwareke din ji mirovahiyê re nehatiye peydakirin.
Mixabin di vê giroverê de heta niha gelek hêmanên candar û bêcan di encama ezeziya mirovî de ji holê rabûn, winda bûn. Niha ligel gelek cureyên heywanan winda bûyîn, mirov bi xwe jî di bin sawa xeteriyeke mezin de ye. Mirov wekî gurên hev in, dev li qirka hev kirine û her du alî jî ber bi tunebûnê ve diçin. Ji ber ku hejmara mirovan wekî ya pandayan hejmartî nîn e û hê jî mirovên mê erka xwe ya zêdekirinê bi cih tînin, xetera li ser tunebûna mirovan jî darîçav nîn e.
Binêrin, salê bi sed hezaran mirov di bûyerên cur bi cur de dimirin, hin ji wan di encama bûyerên sirûştî de, lê gelek ji wan jî bi destê mirovên din tên jinavbirin.
Ev çima ji aliyê cîhana serdest ve wekî xetere nayê dîtin? Ji ber ku mirov hê jî xwe û nifşê xwe di xetereyê de nabînin. Binêrin di her du Şerên Cîhanî de çiqas mirov bi awayên hovane hatin kuştin, lê dîsa jî dawiya mirovahiyê nehat. Li aliyê din di gelek lêkolîn û hizrên zanistî de hişyarî tê dayîn ku di encama yek ji wan teqînên nûklerî de tevahiya dinê dikare ji holê rabe. Heta dibe ku encameke wisa biqewime ku ne mirov giha jî êdî li ser zemînê hêşîn nebe.
Lewre zayîna pandayê ya bi xetera tunebûnê re rû bi rû ye, girîng e. Her wisa mirov jî herî kêm wekî endamekî vê sirûştê, girîng in.
07.09.2019, Yenî Ozgur Polîtîka


