Amed
Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê yek jê lêkolîn, yek jê li ser xebateke dokumenterî ya bi wêneyan danasîna navçeya Pasûrê û ya din jî li ser ziman sê pirtûkên nû weşand.
Kurdistan û sînor
Eslîxan Yildirim bi navê "Di sedsala 20’an de KURDISTAN Û SÎNOR -I-" pirtûkeke amade kir û pirtûk ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê derket.
Nivîskar Yildirim di vê cilda vê pirtûkê de li ser dîroka sînorê di hundirê Kurdistana bêsînor de disekine. Lêkolîn dide xuyakirin ku Kurdistan bi xwe tu carî sînor ji xwe re çênekirine û hemû tiştên xwe bi gelek xelkan re par ve kiriye. Lê her tim gelek serdestan çav berdayeyê, gelek derban hatiye dagirkirin, hatiye parvekirin. Pirtûk van xalan pêşkêşî xwendevanan dike.
Zimanê Kurdî
Pirtûka "Zimanê Kurdî" ji aliyê nivîskar Azad Zal ve hatiye nivîsandin. Nivîskar Zal nêrîn û nêzikahiyên xwe yên der barê zimanê kurdî de bi berfirehî di pirtûkê de pêşkêş dike.
Zal, ziman wekî, pergaleke xwezayî, zindî, giyanî, tevgerî û ramanî dinirxîne û balê dikişîne ser girîngiya ziman.
Di pirtûkê de mijarêr wekî "Ziman", "Ragihandin", "Rêziman" û "Yekgirtina dengan û vekite" hene.
Di pirtûka 238 rûpelî de Zal li ser çawaniya ziman disekine û balê dikişîne ser hêmanên ziman. Nivîskar Azad Zal ziman wekî, pergaleke xwezayî, zindî, giyanî, tevgerî û ramanî dinirxîne.
Bi wêneyan Pasûr
Berhemeke din ku ji Weşanên Enstîtuyê derketiye jî pirtûka bi navê "Fotograflarla Kulp – Pasûr" e. Pirtûk ji aliy (Mirze Mehmet ÇELÎK ve hatiye amadekirin.
Navçeya Pasûra Amedê bi wêneyan, bi nav bajêr, bi çiya û jiyana xwe tê nasandin. Pirtûk bi zimanên kurdî û tirkî hatiye amadekirin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


