logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Çend gotin li ser romanên siyasî

Di nav edebiyata cîhanê de gelek romanên siyasî hene. Di nav edebiyata rusî ya klasîk û ya nûjen de li ser dema desthila

  • Dîrok: 12/09/2019
  • Beş: Serbest

Lokman Polat

Di nav edebiyata cîhanê de gelek romanên siyasî hene. Di nav edebiyata rusî ya klasîk û ya nûjen de li ser dema desthilatdariya Çar û paşê jî ya Stalîn hinek romanên ku naveroka wan bi giranî siyasî ne, hatin weşandin.

Roman îcada ewropiyan e û di nav edebiyata ewropiyan de jî gelek romanên siyasî, bi taybetî jî yên li ser dema dîktatoriya faşîst ya Hîtler û Musolînî hene. Di edebiyata Rojhilata Navîn de, anku edebiyata ereban, farisan, tirkan û kurdan de romanên siyasî hindik in. Gelo çima? Rojhilata Navîn wekî doşeka siyasetê ye û li wir her tişt siyasî ye yan jî bi siyasetê ve girêdayî ye.

Rojhilata Navîn heta niha ji demokrasiyê bêpar maye û sazûmanên nedemokratîk hatine sazkirin û birêvebiriya dewletên Rojhilata Navîn ji alî dîktatoran ve hatiye birêvebirin. Dîktatorên wekî Şah Riza Pehlewî, Xumeynî, Kral Faysal, Emîr û Siltanên dewletên mîrî/emîrî yên ereban, Sedam Huseyîn û Hafiz Esad bi salan li ser hikum bûne û li xelkê zilm kirine. Di nav edebiyata gel û neteweyên Rojhilata Navîn de li ser van dîktatoran çend romanên siyasî hatine nivîsîn, ez nizanim. Lê belê bi qasê ku ez zanim hejmara romanên siyasî yên nivîskarên Rojhilata Navîn hindik in.

Di nav edebiyata kurdî ya nûjen de jî romanên siyasî hindik in. Her çiqas piraniya nivîskarên kurd –yên bakurê Kurdistanê- berê çep bûn jî, niha piraniya wan dev ji fikir û ramanên çepîtiyê berdane. Yên ku dev ji çepîtiyê berdane bi refleksa redbûnê li çepîtiyê – û li derbasbûna xwe -  dinêrin û ew hetanî karin xwe ji siyasetê dûr dixin û qet naxwazin ku romanên siyasî binivîsin. Hinek nivîskarên kok-kurd bi tirkî romanên siyasî nivîsîne, lê berhemên wan ji edebiyata kurdî re nayê hesibandin.

Her çiqas hinek nivîskar xwe ji siyasetê dûr bixin jî, berhemên wan di hinek waran de bi rengên siyasî hatine xemilandin. Edebiyat û romana kurdî di hêlek de bi siyasetê ve têkildar e. Dema di romaneke de cînahek bê afirandin, di wê cîhanê de şêweya rêxistina civakî û têkiliyên sosyal, desthilatdariya li ser civakê, nakokiyên sosyal – civakî, li hêleke zilm û zordarî û li hêleke têkoşîn, serhildan û berxwedan hebe û ev hemû tişt di nav cîhana romanê de bi leheng, tîp, fîgur û karekterên taybetî bê rave kirin, bi riya edebiyatê – û romanê – şêweya sosyal civakî û siyasî ya wê cîhanê tê pêşkêşkirin û ev tişt ji bo fêrbûn û perwerdebûna civakê re dibe haceteke. Cihaneke wiha bê rengê siyasî nayê afirandin.

Li Tirkiyeyê romannivîserên kemalîst û yên Îslamî di romanên xwe de şêweya jiyana sosyal civakî ya kemalîstan û Îslamîstan li gor mentalîteya xwe datînin holê û propagandaya jiyana civakî li gor fikr û ramanên xwe di romanên xwe de pêşkêşê civakê dikin, li ser xwendevanan tesîr dikin û civakê dixin bin bandora ramanên xwe yên kemalîst û Îslamî.

Nivîskarên ku di zanîna tercihên xwe yên siyasî de ne, ji hêla estetîk û zanîstiya sosyal civakî û siyasî ve di afirandinên berhemên xwe de serketîne. Romannivîskar neheqî û nakokiyên civakî û siyasî bi afirandina şiklê alegorî, fantazî, îronî, xeyalî, realîstî, mîzahî, sembolî û hwd û bi şêweya edebî, siyasî tînin zimên.

polat.lokman@gmail.com

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

ÎHD: Di nava 5 salan de li ser sînoran 110 kes hatin qetilkirin

ad

Bêsebeb gora Dalî vekirin

ad

'Xwebûn' bi manşeta 'Duh, îro û sibê ya jinan e' derket

ad

Fotoyên rojê: Bastêq û meşlûl

ad

Gelek lîstikvan birin edliyeyê

ad

Xwendekarên ji zanîngehên Kurdistanê mezûn bûne dîsa daxwaza xwe anîn ziman

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname