Diyarname
Rojnameya heftane ya bi kurdî Xwebûn hejmara xwe ya 12'yan (9-15 adar 2020) derxist. Rojnameyê ji bo Roja Jinan a Cîhanê manşeta "Duh, îro û sibê ya jinan e" bikar aniye.
Hevpeyvîna Rizoyê Xerzî ligel Zimannas Michael L. Chyet kiriye di sermanşetê de bi gotina "Ger ziman ji holê rabe guneh ê kurdan e" cih girtiye. Chyet wisa dibêje: "Divê hemû dayik û bavên kurd bi zarokên xwe re tenê bi kurdî bipeyvin. Li derve dikarin bi zimanekî din bipeyivin lê mirov dikarin biryar bidin ku di nav mala xwe de tenê bi kurdî biaxivin û mirov ji wan re bêje heke tu bi zimanekî din bi min re biaxivî ez bersiv nadim."
Vê hefteyê jî gelek nivîskarên rojnameyê quncikê xwe nivîsandine. Ji wan Samî Tan bi sernavê "Bersiveke pêwîst" nivîs nivîsandiye û têde bersiv daye hin rexneyên Îbrahîm Seydo Aydogan ên li ser Rêbera Rastnivîsînê.
Ji bilî Tan, qunciknivîskarên din Reyhan Îke, Munewer Azizoglu Bazan, Selîm Temo, Cemil Oguz, Şener Ozmen bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtine.


