Diyarname
62'yemîn Xelatên Emmy li Şanogeha Nokia ya li Los Angelesê hatin belavkirin. Wekî par rêzefîlmê bi navê "Mad Men" îsal jî wekî Rêzefîlmê Herî Serketî hat hilbijartin.
Xelatên Emmy wekî Oscarên televîzyonan têne qebûlkirin. Şeva xelatdayînê ku ji aliyê Talk Showkarê amerîkî Jimmy Fallon ve hate pêşkêş kirin, di heman demê de wî shovek jî kir. Fallon xwe xist şiklê Elton John, bû hunermendê rapê û stran got. Showkar bi lîstikên xwe reng da şevê.
Mad Men ku par Xelata Rêzefîlmê Herî Serketî girtibû îsal dîsa heman xelat bi dest xist. "Mad Men" di heman demê de Xelata Senaryoya Herî Serketî jî girt. Di beşa dramayê de Xelata Lîstikvanê Herî Serketî Bryan Cranston bi rola xwe ya di "Breaking Bad" de girt. Xelata Lîstikvana Herî Serketî jî Kyra Sedgwick bi rola xwe ya di "The Closer" de girt.
Xelata Bob Hope Humanitarian (xwêrxwaziyê/alîkarxwazî) dan lîstikvanê navdar George Clooney.
Vane yên ku xelat girtin:
Di beşa dramayê de:
Rêzefîlmê Herî Serketî: Mad Men
Lîstikvanê Herî Serketî:: Bryan Cranston, Breaking Bad
Lîstikvana Herî Serketî: Kyra Sedgwick, The Closer
Lîstikvanê Herî Serketî: Aaron Paul, Breaking Bad
Lîstikvana Herî Serketî: Archie Panjabi, The Good Wife
Senaryoya Herî Serketî: Mad Men
Derhênerê Herî Serketî: Steve Shill, Dexter (The Getaway)
Di beşa komedî de:
Rêzefîlmê Herî Serketî: Modern Family
Lîstikvanê Herî Serektî: Jim Parsons, The Big Bang Theory
Lîstikvana Herî Serketî: Edie Falco, Nurse Jackie
Lîstikvana Herî Serketî: Jane Lynch, Glee
Lîstikvanê Herî Serketî: Eric Stonestreet, Modern Family
Derhênerê Herî Serketî: Ryan Murphy, Glee (Pilot)
Di beşa Fîlmê TV û Kurterêzefîlm de:
Rêzekurtefîlmê Herî Serketî: The Pacific
Fîlmê TV yê Herî Serketî: Temple Grandin
Lîstikvanê herî Serketî Al Pacino, You Don't Know Jack
Al Pacino
Lîstikvana Herî Serketî: Claire Danes, Temple Grandin
Derhênerê Herî Serketî: Mick Jackson, Temple Grandin
Xelatên din:
Variety Showê Herî Serketî: The Daily Show, Jon Stewart
Reality Showê Herî Serketî: Top Chef
Anîmasyonê Herî Serketî: Disney Prep & Landing



