Ev nûçe tê nûkirin...
VAN SPOR BI PENALTIYAN BI SER KET: 10-9
Di maça li Fatsayê de Fatsaspor û Vanspor hatin hemberî hev. Vanspor bi penaltiyan bi ser ket û derbasî Dora 4'n bû.
Di maça Fatsa û Vansporê de xwediyê malê di deqîqeya 26'an de bi gola Kayra Elmali 1-0 derket pêş. Nîveka yekem wia bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn, deqeya 49'an de Vansporê bi gola Mehmet Manis bersiv da, lê 10 deqe derbas nebû dîsa Fatsa derket pêş. Selim Kaan Altinkaynak di deqîqeya 56'an de gola tîma xwe avêt. Vansporê deqîqeya 62'yan de bi Batuhan Kor carek din wekhevî saz kir: 2-2.
Di vê maça bi têra xwe gol lê dibarin de lîstikvanê Fatsayê Muhammed Said Sipahiler di deqîqeya 69'an de carek din tîma xwe derxist pêş û encam bû 3-2. Lê Vansporê serî netewand: Di deqîqeya 75'an de carek din wekhevî çêkir: 3-3.
90 deqîqeyên maçê û dûre 30 deqîqeyên zêdek bi vî awayî bi dawî bûn. Maç derbasî bikaranîna penaltiyan bû. Di 6 penaltiyên pêşî de encam neguherî heta penaltiya 7'an çû û di encamê de Vansporê li hemberî 6 penaltiyan 7 penaltî avêt û bi ser ket.
Bi vî awayî Fatsaspor li mala xwe ma, Van spor derbasî Dora 4'an bû.
DÊRSIM TÊK ÇÛ
Di maça Dora 3'yan de Dêrsimê îro tîma Antalyayê Fethiyespor kir mêvan. Dêrsimspor bi 3-0 têk çû ji kûpayê xatir xwest. Fethiyespor derket Dora 4'an.
KAHRAMAN MARAŞ BI SER KET
Tîma Mereşê Kahramanmaraşsporê tîma Stenbolê Umraniyespor kir mêvan. Kahramanmaraşsqor bi 4-0 bi ser ket û derbasî Dora 4'an bû.
***
Maçên Dora Sisêyan a Kûpaya Tirkiyeyê îro dest qê kir. Di vê dorê de 12 tîmên bajarên kurdan hene.
Va ye bername:
Îro li Dêrsimê Dêrsim spor wê Fethiye Sporê bike mêvan. Li Meraşê jî Kahramanmaraş Spor wê Umraniye Sporê bike mêvan.
Li aliyê din tîma Wanê Van SPor jî diçe Fatsayê, ligel Fatsa Belediyeyê dê bilîze.
Maçên din bi vî rengî ne:
Sibê (29'ê mehê):
Saet: 13.30
- Kahta 02 Spor - Kasimpaşa Spor
- Muş Spor - Menemen Spor
- Silifke Belediyespor - Amed Spor
- Karacabey Belediye Spor - Malatya Yeşilyurt Spor
30'ê mehê:
Saet 13.00
- Esenler Erokspor - Agri 1970 Spor
- Karakopru Belediye Spor - Rize Spor
Saet 13.30
- 1926 Bulancak Spor - Igdir Spor
Saet: 18.00
- Gaziantep Spor - Karabuk Spor
Saet: 20.30
- Konyaspor - 12 Bingol Spor
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Dora 3'yan: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Dêrsim, Mûş û Bîngolspor bi ser ketin
- Agri Sporê Batman Petrolspor şand mal
- Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Mûş, Dêrsim, Yeşîlyurt, Şanliurfa, Kahta û Kahramanmaraş bi ser ketin
- Bingol Spor û Karakopru Spor bi ser ketin
- 19 tîmên bajarên kurdan dilîzin


