Diyarname
Di Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de maça dawî hat lîstin. Tîma fransiz PSG'ê tîma alman Bayer Munih şand mal û çû fînalê. Di fînalê de Arsenal û PSG ji bo kûpayê wê bi hev re bilîzin
Maça pêşî li Fransayê bi 5-4 serketina PSG'ê bi dawî bûbû, di rovenşadê Almanan nekarî bi ser bikevin. Maça ku hakem Joao Pinheiro bi rê ve bir de bi 1-1'ê bi dawî bû.
PSG hê di deqîqeya 3'yan de bi Dembeleyê bi 1-0 derket pêş. Ev yek ji bo PSG'ê bû serdestiya psikolojik û wisa jî dom kir. Di deqîqeya 90+5 de li se navê Bayer Munihê Kane golek avêt lê têra wan nekir.
Di maçê de biryaren hakem Pinheiro bûn sedema nîqaşê.
Bi encama 1-1'ê mafê çûna fînalê ket destê PSG'ê. Duh Arsenalê zora Atletico Madridê biribû û çûbû fînalê, îro bi serketina PSG'ê de fînalîst temam bûn.
Maça fînalê 30'yê vê mehê li Puskas Arena ya Budapeşteya Macaristanê wê bê lîstin.
Agahiyên li ser PSG'ê
Tîma fransiz Paris Saint-Germain FC bi kurtî PSG di sala 1970'yî de hatiye avakirin. Niha di destê ereban de ye û serokê wê Nasir El-Haligi ye.
Klûb piştî ket destê ereban gelek pere xerc kirin û lîstikvanên navdar anîn. Vê yekê li Fransayê serketin anî lê qada navneteweyî de par encam da.
Ji sala sala 2023'yan ve teknîk dîrektor Luis Enrique tîmê bi rê ve dibe. Par bi Enrique bûn Şampiyonê Lîga Şampiyonan a UEFA'yê. Cara yekê bû wan ev kûpa digirt.
PSG heta niha di Lîga xwe de 13 caran bûye şampiyon ku ji bilî sala 2020-21 (wê çaxê bûn duyemîn) ji sala 2012-013'yan ve heta niha her sal bûne şampiyon.
Îsal, yanê serdema 2025-26'an de jî vê hefteyê wê şampiyoniya xwe bi awayekî fermî ragihînin.
Nûçeya Eleqedar:


