Diyarname
Rojname bi navê Rojeva Welat îro derket. Rojname wê bike ku valahiya Azadiya Welat û Rojevê ji holê rake.
Li Tirkiyeyê tekane rojnameya rojane ya bi kurdî Azadiya Welat bû. A. Welat ji roja ku bûye rojane ev cara 8'an cezaya meheke girtinê dixwe. Piştî wê vê carê rojnameya bi navê Rojev dest bi weşanê kir û dadgehê ceza li wê jî birî.
Niha rojnameyeke nû, ji bo valahiya rojnameyên kurdî bigire dest bi weşanê kir: Rojeva Welat.
Bi hêviya ku temenê Rojeva Welat dirêj be...


