Diyarname
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş piştî hevdîtina bi rêveberên hikumetê re axavî û got: "Ev hevdîtin ji bo hevdîtinên gavên pêştir bû bingehek. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd rewşeke guncan heye û em dixwazin hevdîtin bidome."
Îro saet 14.05'an de Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak bi Cîgirê Serokwezîr Cemil Çiçek û Wezîrê Edaletê Sadullah Ergin re hevdîtineke pêk anîn.
Piştî hevdîtinê Demirtaş agahî da çapemeniyê. Demirtaş got ku divê zêde tişt li hevdîtineke tenê neyên kirin, di vê hevdîtinê de her du aliyan jî li ser pirsgirêkên bingehîn dîtinên xwe anîne ziman. Demirtaş got ku divê hevdîtin bidomin û li ser hevdîtinê jî wisa got: "Di hevdîtinê de çêkirina Zagoneke Bingehîn a nû ciheke mezin girt. Em piştgirî didin zagoneke nû û bêyî ku dereng bimîne divê ev mijar bikeve rojevê. Me li ser rê û rêbazên çêkirina zagonê fikrên xwe anîn ziman. Em wekî BDP di wê baweriyê de ne ku nîqaş û hevdîtin bidomin. Gere di navbera partiyan de hevdîtin pêk bên, ger nebe bi hevdîtinên wisa bi tenê encam nayê girtin."
Demirtaş di berdewama axaftina xwe de wisa got: "Ez hêvî dikim wê li Tirkiyeyê aqil bibe serdest, hikumet jî di warê demokrasî û azadiyan de gavên ji dilbavêje."
Li ser pirsa berdewamkirina bêçalakiya çekdarî jî Demirtaş got ku ew ji zû de ye ji bo çek neyên bikaranîn dixebitin û di vî warî de wê ev xebata xwe bidomînin.
Her wiha Demirtaş li ser xweseriya demokratik û perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî got ku ev ne di nav rojeva wan a taybet de bûne lê divê hikumeta AK Partî di her warî de bigeha vê nîqaşê saz bike.
Selahattin Demirtaş diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd rewşek guncan heye lê ev rewş wê çiqas bê bikarananîn, ewê bişopînin.


