Diyarname
Hunermenda navdar Madonna ev demek e di tûrnûvaya bi navê "Madame X" de konseran pêşkêş dike û niha ew bû hunermenda jin ku herî zêde ji bilêtên tûrneyê pere bi dest dixe.
Madonna li Brooklyn Academy of Music’s Howard Gilman Opera House a li New Yorka DYA'yê konserek pêşkêş kir û ji bilêtên vê konserê 9.6 mîlyon dolar pere bi dest xist.
Di meha rezberê de Madonna 16 konser dabûn û di van konseran de 31 hezar û 401 bilêtên wê hatibûn firotin. Ji van 5.5 mîlyon dolar pere kar kiribû. Di meha kewçêrê de 4.1 mîlyon dolar ji bilêtan bi dest xistibû. Ji bo her konserê bi giştî 1963 bilêt hatine firotin û bi reqemek girover 601 hezar û 985 dolar bi dest xistiye. Buhayê her bilêtê tê dora 306 dolarî.
Li gor daneyên Billboard Boxscore di warê hunermendên jin, di warê bidestxistina pereyan a ji bilêtan de ew bûye yekemîn. Û piştî hunermend Bruce Springsteen bûye duyemîn hunermenda solo û bi vî awayî Madonna kete nava dîrokê.


