Amed
Rêveberên BDP û ÎHD'ê yên Amed û Çewligê çûn goma Xambaz a Licê ser gora Ceylan Onkola ku par hatibû kuştin û ew bibîr anîn.
Ceylan Onkol par (28.09.2010) bi bombeyeke ku hate îdîakirin ji qereqola leşkerî hatiye avêtin miribû. Îro Rêveberên BDP û ÎHD'ê yên Amed û Çewligê digel malbata Onkol çûn ser gora wê, qurnefîl danîn senr gorê û ew bibîr anîn.
Di bîranîanê de birê Onkol Rifat Onkol bûyera Munevver Karabulut bibîr anî û got: "Yê wê kiryarên wê di mehekê de dîtin, çima kujerên ku zarokên kurdan dikujin nayên dîtin? Dewlet li kuştina zarokên kurd temaşe dike. Gelo ev li xweşa dewletê diçe?"
Rêveberê ÎHD'ya Amedê parêzer Serdar Çelebi jî got ku digel salek li ser bûyerê re derbas bûye hê kiryarên bûyerê nehatine dîtin û wisa got: "Li herêmê gelek zarokan di encama teqîna mayîn û tiştên wisa de jiyana xwe ji dest dan. Lê mixabin heta niha kiryarên yekê jî nehat dîtin. Li herêmê taqemenî û guleberdana ku hêzên ewlehiyê ber dane de heta niha nêzî 420 zarokî jiyana xwe ji dest daye. Ji ber ku kiryar ji aliyê hiqûqê ve têne parastin ev hejmar ew qas mezin e."
Piştî axaftinan diruşma "Şehîd namirin" hate berzkirin.
Her wiha dema malbata Onkol heyet bi rê kir, heyetek ji AKP'ê ku hunermend Rojîn jî di nav wan de bû hate gund. Gundiyan diruşma wekî "Bijî Serok Apo" bilind kir û heyet protesto kir
DÎHA
***
Nûçeyan Eleqedar:


