logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Çemçemal tî ye û xedir lê tê kirin

  • Dîrok: 10/07/2025
  • Beş: Serbest

Vîdeoyek:


-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 

___Arif Qurbanî___

Heta niha li gorî wan belgeyên ku hatine dîtin û îşaretê bi qonaxa yekem a akincîbûna mirovan dikin, navçeya Çemçemalê ji aliyê dîrokî ve wekî kevintirîn herêma cîhanê tê hesibandin ku mirovahî ji serdema rav û nêçîrvanî û şivantiyê derbasî qonaxa çandiniyê bûye û wargeha yekem a akincîbûna mirovan li Çermoyê dest pê kiriye.

Her wiha li gorî şûnwar û belgeyên din ên dîrokî yên herêmê, wekî Pîryadî û Ban Muxan, ateşgeh û dêrên ayînên kevn, dîtina çendîn goristanan ku mirî bi şêwazên cuda ji kevneşopiya Îslamî hatine veşartin, îşaretê bi berdewamiya avadaniyê li vê herêmê dikin û vê yekê îsbat dikin ku li devera Çemçemalê jiyan bi berdewamî û di hemû serdeman de hebûye.

Bajar bi xwe jî, ango Çemçemal, ew jî xwedî dîrokeke kevnar e. Di çavkaniyên kevn de navê wê bi çendîn navên cuda hatiye. Saziyên pêbawer ên şûnwarên cîhanê, di encama kolan û lêgerînên zanistî de, dîroka Keleha Çemçemalê û jiyana tê de vedigerînin serdema dawiya Kaşî û Asûriyan.

James Rich jî berî 200 salan şevekê li Çemçemalê maye û di gernameya xwe de tomar kiriye ku li gorî belge û şûnwarên ku di kelehê de dîtine dîroka wê vedigerîne serdema Sasaniyan.

Ango ew bajar ji aliyê dîrokî ve xwedî girîngiyeke pir mezin e ji bo Kurdistanê. Ji aliyê samanên xwezayî û pêgeha aborî ve, xwediyê rezerva herî mezin a petrol û gaza xwezayî ye. Vêga çavkaniya hilberîna elektrîka Kurdistanê ye û ji bo pêşerojê jî dê bibe çavkaniya sermiyaneke girîng.

Ji aliyê potansiyela mirovî, çandî û civakî ve bajarê pêgihandin û hilberînê ye. Di hemû qadên jiyanê de bi dehan kesên jêhatî lê rabûne ku xizmetên mezin ji kurd û Kurdistanê re kirine.

Di fedakarî û têkoşîna ji bo azadiyê de, di rêza herî pêş a hemû herêman de bûye. Li hemberî vê rol û pêgeha dîrokî, aborî, çandî û civakî, bajarek e ku ne tenê bi qasî pêwîst xizmet jê re nehatiye kirin, belkî bi berdewamî hatiye paşguhkirin û xedir jî lê hatiye kirin. Eger ne ji zindîbûna bajêr bi xwe bûya ji zû ve bûbû wêraneyek.

Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên vî bajarî çavkaniya ava wê ya vexwarinê ye. Cihê wê yê jeografîk ji bo bajarekî mezin nehatiye çêkirin. Di destpêkê de ji çend malan û di navbera du çeman de û nêzîkî kanî û cihokan, li berpala bilindahiyên Ban Muxanê wekî gundekî hatiye avakirin.

Ev jî, wekî bingeha her gund û bajar û bajarokên din ên Kurdistan û cîhanê, di destpêkê de avadaniyeke biçûk bûye lê ji ber ku li ser rêya karwanan bû ji Şarezûrê ber bi Kerkûkê ve ji gundên derdora xwe zûtir geş û mezin bûye û gel berê xwe dayê û bi pêş ketiye.

Li gel mezinbûna wê û zêdebûna hejmara niştecihan, hêdî hêdî pirsgirêka kêmaviyê jî derketiye holê. Çavkaniyên ku di çem, kanî, cihok û bîrên avê yên malan de hebûn, bi wê geşedana bilez a bajêr re ne paralel bûn.

Bi taybetî jî ji aliyekî ve ji ber siyaseta erebkirina Kerkûkê, ji salên şêstî ve koçberên Kerkûkê ber bi Çemçemalê ve hatin veguhastin.

Di nîveka salên heştêyî de jî pêvajoya valakirina gundan û paşê jî di pêvajoya Enfalê de, hemû gund û nahiyeyên derdorê hatin valakirin û yên ku ji Enfalê rizgar bûn, li Çemçemalê hatin bicihkirin. Bajar çend caran ji mezinahiya xwe mezintir bû, bêyî ku çavkaniyên dabînkirina ava vexwarinê bên berfirehkirin.

Têkildarî pirsgirêka kêmaviya Çemçemalê, tiştê ku di dîroka edebiyata vî bajarî de hatiye tomarkirin, nexasim ji salên çilî yên sedsala borî ve, di serdema Şakir Fetah di rojnameya Çemçemalê de behsa wê yekê hatiye kirin ku di demsala havînê de pirsgirêka kêmaviyê pirsgirêka sereke ya bajêr e.

Di pirtûka xwe ya "Xewna Dayika Min û Şoreşa Me" de, Şiwanê Qadir serpêhatiyekê vedibêje: (Ehmed Mela Kerîm) ku li Kerkûkê mamoste bû, di salên heştêyî sedsala borî de xwe ji bo endamtiya Parlamentoya Iraqê berbijêr kiriye û ji bo komkirina dengan hatiye Çemçemalê. Civîneke cemawerî li dar xistiye û di civînê de daxwaz kiriye ku şêniyên Çemçemalê dengê xwe bidin wî.

Welatiyên bajêr jê re gotine ku ev çendîn sal in pirsgirêka avê li bajarê me heye, eger tu soza çareserkirina pirsgirêka bêaviyê bidî me, em jî soz didin ku dengê me ji bo te be.

Berbijêr soz dide ku eger daniştvanên Çemçemalê dengê xwe bidin wî û ew bibe endamê parlamentoyê, ew dê wisa li bajarê Çemçemalê bike ku wekî bajarê Venedîkê mal bi mal bi belemê çûn û hatinê bikin. Nizanim wê demê ew bû parlamenter an na lê ji wê demê ve derewan li şêniyên Çemçemalê dikin.

Di sala 2000'î de jî, dema ku Herêma Kurdistanê du-îdareyî bû, li sînorê îdareya Silêmaniyê biryara hilbijartina encumenên şaredariyan hat dayîn. Wê demê li Çemçemalê rikaberî di navbera lîsteya Yekîtiya Nîştimanî (YNK) û Yekgirtûya Îslamî de bû.

Bala lîsteya YNK'yê û soza wan a mezin ji bo bajêr ev bû ku "Bi tevir û bêran be jî, em dê ava Goptepeyê bikişînin Çemçemalê." Çaryek sedsal di ser wê sozê re jî derbas bû û roj bi roj bajar tîtir dibe.

Îsal ji ber ku rêjeya baranê li gorî salên borî kêmtir bû, ev pirsgirêk beriya demsala havînê derket holê. Eger bi vî rengî bidome, dê van çend mehan jiyan li wî bajarî zehmet bibe.

Niştecihên wê bi piranî merivên Enfalê ne, şiyan û dahata xelkê sînordar e, nikarin rojane neçar bimînin bi pereyan avê bikirin. Divê hikûmet xwedî planeke çareseriya bilez be ji bo rizgarkirina wan sed hezar kesan.

Projeya Ava Goptepe-Çemçemalê, dikare wekî çareseriyeke stratejîk were dîtin. Her çend niha dest bi cîbicîkirina wê hatiye kirin û di qonaxên destpêkê de ye jî lê cîbicîkirina wê demeke bêhtir dixwaze û di rewşa herî baş de dê havîna sala bê bi dawî bibe.

Nabe bi hêviya sala bê, van çend mehên havînê şêniyên Çemçemalê bi vê rewşa niha re bên hiştin. Tu wijdan vê yekê qebûl nake ku her 15 rojan carekê avê bidin malên Çemçemalê. Merivên Enfalê neçar bimînin wî nîvmeaşê xwe yê kêm ji bo kirîna avê terxan bikin.

Tişta ku niha wekî çavkaniya avê bajêr pişta xwe pê girê dide du proje ne: Ya yekem çend bîrên irtiwazî ne li Ban Muxanê, ya duyem jî şaxek ji projeya ava Dûkan-Silêmanî ye ku ji Taslûceyê ji bo Çemçemalê hatiye veqetandin.

Eger ev her du çavkanî baş bên birêvebirin, bi neçarî dê heta ku projeya ava Goptepe-Çemçemalê bi dawî bibe, têra bajêr bike lê pirsgirêk ew e ku destdirêjî li ser van her du projeyan jî hatiye kirin û beşeke mezin jê tê dizîn ku ev xedreke mezin e li Çemçemalê tê kirin.

Ji Taslûceyê heta ku digihîje depoya ava Çemçemalê, li çendîn cihan boriya veguhestina avê hatiye qulkirin. Wekî tê gotin, bax, hewzên masiyan, zeviyên mirîşkan û çendîn projeyên din li ser hatine çêkirin.

Her wiha hinek bîrên Ban Muxanê jî ji aliyê kesên destdirêj û desthilatdaran ve hatine desteserkirin. Pirsgirêk ew e ku hin kes hene li wî sînorî ku di pratîkê de ji berpirsên îdarî yên hikûmetê desthilatdartir in, ango di ser yasayê re ne. Hêza hikumetê li ser wan nameşe û nikare wan destdirêjiyên ku li ser ava Çemçemalê kirine rawestîne.

Yekane kesê ku dikare vê pirsgirêkê çareser bike û di derbaskirina krîza ava Çemçemalê de bibe alîkar, heta ku ava Goptepeyê bigihîje bajêr Birêz Bafil Talebanî ye.

Ew dikare hêzekê erkdar bike ji bo rakirina wan destdirêjiyên ku li ser boriya avê hatine kirin. Tenê û tenê bi kesekî wekî wî ev pirsgirêk tê çareserkirin, nexwe rêveberiya wê herêmê nikare rûbirûyî wan kesan bibe yên ku destdirêjî li ser ava Çemçemalê kirine.

Ji ber vê yekê, ez daxwaz dikim ku şêniyên Çemçemal û şoreşê (ez behsa gel dikim, ne desthilatdarên wî) hawara xwe bibin bal Talebaniyê kur.

Ji Rûdawê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Cenazeyê Kaya hat definkirin

ad

Delal û Dilda çûn serdana bavê xwe

ad

Ji bo şaredariyan vaye lîsteya berendamên jin ên BDP'ê

ad

Ji NÇM'ê konsereke mezin

ad

Hin çalakiyên li ser helbestê

ad

'Zer' bi awayê sansurkirî hat nîşandayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname