COLEMÊRG
Heyeta ku ji ronakbîr, nivîskar û hunermendan pêk tê û ji bo vekirina Pira Ciwanên a li ser Ava Zê di sala 1969'an de ji aliyê Denîz Gezmîş û hevalên wî ve hatibû çêkirin, piştre jî di sala 1999'an de hatibû bombekirin, hatine heremê çûn gundê Peyanisê.
Hunermend, ronakbîr, nivîskar û BDP'î çûn serdana gundiyên Peyanisê ku biboneya kiryarên bûyera teqîna li gundê Peyanîsê derbikeven holê dest bi greva birçîbûnê kirine û ji malbatan re sersaxî xwestin. Heyeta ku di nav de hunermend, nivîskar û ronakbîr jî hene û ji bo vekirina Pira Ciwanên Şoreşger a di sala 1969'yan de li ser Ava Zê (Çemê Zapê) ji aliyê Denîz Gezmîş û hevalên wî ve hatibû çêkirin û di sala 1999'an de jî hati bombekirin, hatine heremê berî merasîma vekirinê çûn gundê Peyanisê ya Colemêrgê.
Cezmî Ersoz, Îlkay Akkaya, Gulten Madenlî, Muzaffer Ozdemîr, Mazlum Çîmen, Nur Surer, Rojda, Suavî, Burhan Berken, Kahraman Eroglu, Ragip Zarakolu, Îhsan Colemergî, Hulusî Zeyben, Hîvron, Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Hamît Geylanî, Wekîlê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Colemêrgê Orhan Koparan, Wekîlê Serokê Şaredariya Colemêrgê Abdullah Kiliç, endamên Meclisa Giştî ya Bajar, Endamên Platforma Şaxa KESK'ê ya Colemêrgê jî di nav de gelek kes çûn serdana gundiyên di greva birçîbûnê de ne.
BILA ZEYNEBA BIÇÛK BIBE SEMBOLA AŞITIYÊ
Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Hamît Geylanî ku li vir axaftinek kir, diyar kir ku êşa malbatên li Gundê Peyanisê ku xizmên xwe di qetliyamê de windakirinê, êşa hemû gelên li Tirkiyeyê ye û ji malbatan re sersaxî xwest. Nivîskar Cezmî Ersoz jî, destnîşan kir ku ji bo Pira Ciwanan hatine Colemêrgê û wiha got: "Em hîn bûn ku rewşa Zeynep a biçûk a di teqînê de dayika xwe winda kiriye her diçe ber bi başbûnê ve diçe. Em dixwazin Zeyneb a biçûk bibe sembola aştiyê. Em dixwazin kiryarên vê bûyerê derkevin holê. Em li gel hemû hêstên xwe yên nifrîn vê bûyerê şermezar dikin."
Îhsan Colemergî jî, diyar kir ku ji bo sersaxiyê hatine gund, lê ji ber ku dereng mane jî lêborîna xwe xwest û wiha axivî: "Ez çîrokek kurdan ji bo we bêjim. Rojekê welatiyên bi pey hirçê ketine hineke ji wan gotine li vî aliyî ye, himekî din jî gotine na li vî aliyî ye. Êdî di vê bûyerê de ji ber hirç tê xuyakirin, pêwîste mirov nekeve pey şopa wî."
Nivîskar Ragip Zarakolu jî bûyera hovane şermezar kir û ev tişt gotin: "Di sala 1994'an de li Stenbolê Rojnameya Yenî Ulke hatibû bombebarankirin. Di wê bûyerê de ez bi saxî xelas bibûm. Ya rast di wê bûyerê de dewlet hat mehkûmkirin, lê ji ber hêj kiryar nehatine dîtin ez xwe sûcdar hîsdikim. Ez li vir li ser navê nivîskarên Stenbolê sersaxiya we dixwazim. Pira me hat bombekirin lê îro em dê dîsa vekin. Ez bi bawerim ku em dê kiryarên vê bombekirinê jî derbixin holê."
Welatiyê bi navê Cahît Erol ku di qetliyamê ed ji malbata wî 9 kesan jiyana xwe ji dest da wiha axivî: "Ev êş, êşa me hemûyan e. Mirina 9 kesan a ji malekê li ku hatiye dîtin. Ne çek û nejî dijminên wan hebûn. Ev yek çima kirin em nizanin. Ez bang hemû cîhanê dikim. Tiştek ji destê min nayê. Ez tenê zirarê didim xwe û gundê xwe. Min des bi greva birtçîbûnê kiriye û heta kiryar derkevin holê bertekên bi vî rengî dê bidomin." Welatiyê bi navê Alî Demîr jî, destnîşan kir ku dixwazin ser bûyerê neyê girtin û kiryar bên dîtin.
Piştî axaftinên hatin kirin, heyet heta demekê bi gundiyên di greva birçîbûnê de ne rûniştin. Heyet pişa jî ji bo beşdariya vekirina Pireya Ciwanan ber bi pir ve çû.


