logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Derfeta Domdar ya ‘Û’yê

Derfetên di zimên de heyî, rê li ber me vedikin da ku em karibin di nivîs û gotinê de rêyên dîtir li xwe vekin û tê de b

  • Dîrok: 23/11/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq

Derfetên di zimên de heyî, rê li ber me vedikin da ku em karibin di nivîs û gotinê de rêyên dîtir li xwe vekin û tê de biçin. Her wekî nîşandekekê bêhnokê (,); ev nîşandek yek ji van derfetan e ku gava em di nivîsekê de wê bi kar tînin, serê pêşîn fam û hestpêkirineke rawestînê bi me re çêdike. Û –heke ne ji ber hînbûyîna bikaranîna nîşandekê ya bi awayekî qaydeyî be- em wê rawestînê bi daxwaz û hişberiya xwe diyar dikin. Û hem ji bo xwe hem ji bo kesên ku dixwîne, dem û qadeke pêrawestînê çêdikin da ku em di gava xwendinê de bigihîjin nivîsê… 

Digel vê yekê gihaneka ‘an, an jî, ango-an ku’ jî hene ku ew jî kêm zêde di seqa û deraxeke nêzî bêhnokê de cî didin xwe. Ji ber ku çi gava tên bikaranîn, yekser tercîh an jî çêtirdîtinekê datînin ber hişê me. Û ev gihanek, hem di axaftinê hem jî di nivîsê de, keysa rêguherandinê jî bi me re çêdikin; û di vê çarçoveyê de şolhewîniyê (harbour, yataklik eden) bo me dikin. Û em, bi awayekî veşartî û di bin re, kêfxweş in ji hebûna gihaneka ‘an, an jî, ango, an ku’ yê ku me ji teqeziyê dûr dixîne û dike ku em li pêşberî xwe jî xwedî vebijêrk û alternatîf bin. 

Ev tercîh, vebijêrk û alternatîfên ku bi rêya bêhnokê û bi rêya gihanekên ‘an, an jî, ango, an ku’ çêdibin, dikin ku nivîs zimangiran û lalikî (fafikî) be. Û ev lalikîbûn xetên jêrevînê çêdikin. Hin nivîs jî dikevin ber çerx û bayê vê jêrevînê û loma jî piştî ku mirov wan nivîsan dixwîne, bi zelalî jê fam nake ka nivîs di naverok û çarçoveya xwe de dixwaze çi bêje. Û lalikiya ku em behs jê dikin, ne wekî lalikiya di axaftinê de ye; ev lalikîbûn amaje bi zimanekî dike ku jixwe bi rengûawayê xwe ve ‘lalikî’ hatiye sazkirin. Mantiqa ku bi rêya bêhnok û gihanekên me diyar kirî û li ser tercîh û vebijêrkan hatî danandin, rê li ber nivîsê, -û nivîskar- vedike ku ji hemû xwazên (arezûyên) zelal û hikman bireve.

Herçî gihaneka ‘û’yê ye, gava tê bikaranîn rêyek dide ber nivîsê û her çi gotin li pêş wê hatibe wê gotinê bi zelalî û teqeziyekê digihîne ya/ê ku dê li pey wê were. Bi vî awayî kartêkeke xurt li ser her du hêmanên nivîsê datîne; û dike ku her du hêman jî heyî bibin. 

Û gihaneka ‘û’yê, serê her tiştî, nîşane û teqeziya domdariyê ye. Çi gava tê bikaranîn, hem hêmana pêşî hem jî hêmana paşî di nivîsê de dike heyînên kartêker û digel ku zelaliyekê bo wan çêdike, bihevrebûna wan hêmanan jî teqez dike. Loma jî, tu tercîh, çêtirdîtin û alternatîfek tune ye di bikaranîna ‘û’yê de; bes aşkeratiyek heye ku jêderka wê mêjîzelalî û dilrastî ye; û dawiyê teqez dike. 

Çendî ku bes wekî gihanekeke adetî tê dîtin û bikaranîn jî, gihaneka ‘û’yê bi taybetî di helbesta kurmancî de ji alî hin helbestkaran ve, bi taybetî û bi rengê xwe yê zelal û esehîker (affirmative) tê bikaranîn. Û çi gava em rastî bikaranînên bi vî awayî tên, hay jê dibin ku; helbest bi temamî li ser domdariya gihaneka ‘û’yê hatiye ‘sazkirin-çêkirin’ û helbestkar jî derfetên gihaneka ‘û’yê, ya ku domdariyê bexşî helbestê dike, di helbesta xwe de bi kar aniye.   

Helbesta Ehmed Huseynî ya bi navê, ‘Wek Mirinê Tu Bi Lêv Dibî’ bi temamî li ser van derfetên gihaneka ‘û’ yê hatiye sazkirin. Herçî mînak e, em dikarin çend rêzik ji helbestê binivîsin.

“Perên xwe yên ji avê bi ser peravên nalîna min ve vegire/û xewnên min ji ber bike ey mirin. (…) Min di terkên dijwar ên henasa xwe de veşêre/û çavên min di bargehên vehesîna kulan de ber bi taristanê ve rakişîne. (…) Bibêje/da keftelefta rehan/û tenhatiya gavan/û velerzîna yaran/ji gerdena te re bixemilînim. (…) Tîrên xwe amade bike/û ji mirina min netirse ey mirin!”*

Helbest ji serî heta dawiyê hema bêje bi heman rîtm û rengûawayê hatiye nivîsîn. Gava em hûrgeriyê li ser van ristan dikin, em dibînin ku rêzika pêşî bi awayekî wisa hatiye sazkirin ku divê em wê di bêhnekê de û bêyî bêhnok û gihanekên wekî ‘an, an jî, ango, an ku’ bixwînin û bi xwendina rêzika li pey ku bi gihaneka ‘û’yê dest pê dike hest bi teqeziyekê bikin û ber bi dawiyê ve biçin. Herçî teqezî ye; hemû rêzikên pêşî, bi awayê ‘fermanî’ yê lêkerê diqedin; lêkerên fermanî hestên teqeziyeke berdibetî (possible, muhtemel) bi me re çêdikin û ev teqezî bi destpêkirina rêzika di pey re ku bi ‘û’yê dest pê dike, berê me dide dawiya zelal. Her wiha, di hûrgeriyê de em hay jê dibin ku, rêzika pêşî bi rêzîleravekên xurt hatine sazkirin û ev xurtî li domdariya ku dê gihaneka ‘û’yê saz bike, bûye pişt. 

Nexwe em dikarin bêjin, digel ku her hêmanek ziman û nivîsê xwedî taybetiyên xweserî xwe ye jî, ew di bikaranînê de bêtir xuyanî dibe. Û ger em tercîhên taybet nehesibînin, em dikarin bêjin; gihaneka ‘û’yê, ji ber ku her tim domdariyê li nivîsê ferz dike, li dû xwe nîşandeka bêhnokê (,) jî qebûl nake. Loma jî di nava xwe de dualîtiyek nahewîne û me ji teqeziya mêjîzelalî û dilrastiyê dûr nahêle…

Û her dibêje; û…

*Huseynî, Ehmed (2001), Dîwan, Weşanên Avesta, 479-481

Ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye girtin 

*

Nivîsên Dilawer Zeraq ên ku berê di Diyarnameyê de bi vî awayî hatine weşandin:

- Destkariya kolonyal ya li wêjeya kurdî 

- “Felaket im” an jî Hunera dij-serdest(î) 

-  Osman Sebrî; perîferiya Kurmancî

- Fermana Bêjarê
- Nehewiyên Zimên
- Desthilata Gramerê
- Keviya Wêjeyê
- Şanehezên wêjeya kurdî
- Xwebûniya Wêjeya Kurdî
- Tirsa wêjeya Kurdî
- 
Neçariya Wêjeya Kurdî
- 
Desthilata Wêjeyê
- Dîketiya Kurdan
- Yekrehî-Durehî û Wêjeya Kurdî
- Mala Wêjeyê
- Şûngeha rexneyê
- 
biçûk bûm...
- 
Hunera ji malê
- 
“Kuyruklu Kurt” û “Berxwedan”
- 
Heyîkirina Hebûniyê
- Zimanekî, ê xwe -Em berxên dayika mezin in-
- Fêrikê Ûsiv; helbestbêjê evîna kirde
- Kî Me Ez
- 
Edaleta Desthilatê a Wêjeyî
- 
Zimanê agahiyê
- 
Kurmancî ji ku ye?

- Rihê zimên     

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dema maçên Super Lîgê û Kûpaya Zîraatê diyar bûn

ad

Deqe bi deqe bernamey Festîvaley Dêrsime

ad

Gavek balkêş: CHP biryara sazkirina kongreya awarte da

ad

Hesabên kurdî yên fêrkirina ziman û zaravayan

ad

Rola malperên kurdan ji bo pirtûk û ziman tê nîqaşkirin

ad

Xelata Çapemenî û Azadiya Ramanê didin Akademîsyenan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname