logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  4. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

2019: Weşangeriya kurdî saleke çawa li dû xwe hişt?

Di sala 2019an de weşangeriya kurdî/kurdan li Tirkiyeyê di çi rewşê de bû? Weşangeran pêvajoya weşandin, belavkirin û da

  • Dîrok: 21/12/2019
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Ferîd Demîrel

Di sala 2019an de weşangeriya kurdî/kurdan li Tirkiyeyê di çi rewşê de bû? Weşangeran pêvajoya weşandin, belavkirin û danasînê ya pirtûkan bi çi awayî bi rê ve birin? Zehmetî yan jî astengî li ber wan derketin an na? Pêşbîniyên wan ên derbarê sala nû de çi ne?

Ji Weşanxaneya Lîsê Lal Laleş, ji Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk, ji Weşanxaneya Avestayê Abdûllah Keskîn û ji Weşanxaneya Peywendê Davut Ozalpî bersiva van pirsan dan.

Laleş: Problema herî mezin danûstandina nivîskar û xwîneran e

"Ji bo me sal baş derbas bû. Gelek berhemên ku me dixwest me çap kir û belav kir. Ji bo pêşerojê me plansaziyeke berfireh amade kiriye. Di vê plansaziyê de wê nivîskar û xwînêr bigihên hev û danûstandinê bikin.

Di demên pêş de em ê li Amedê cihekî bi navê Wêjegehê vekin. Em dixwazin nivîskar û xwendevan li vir werin ba hev.

Sala 2020an weke şahî û pîrozkikirina 15 saliya Lîsê ye. Em ê bi bername û berheman pîroz bikin.

Bi min problema herî mezin danûstandina nivîskar û xwîneran e. Di warê weşangeriyê de pirsgirêkên herî mezin danasîn û reklam e. Çiqasî weşangeriya kurdî bûye weşangerî?

Raje heman raje ye. Alav û derfetên belavkirinê kêm in. Çapkirina berheman ji hêla aboriyê ve zehmet e. Astengiya herî mezin di warê danasîn, belavkirin û danûstandina di navbera niviskar û xwîneran de ye."

Çevîk: Di du sê mehên dawiyê de rewş baş bû

"Çend salên dawiyê, piştî ku pêvajoya çareseriyê qediya qels bû eleqe. Piyase zêde zêde ketibû. Em beşdarî fûaran bûn. Lê balkêş e rêjeya xwendevanên fûaran kêm nebûbû.

Digel ku di salên dawiyê de eleqe qels bû jî, di çend mehên dawiyê de hinekî rewş baştir bû. Hereketek çêbû. Weke ku xwendevanan ew tirs li ser xwe avêtine. 

Me di vê salê de gelek pirtûk çap kirin. Em beşdarî 7-8 fûaran bûn. Beriya her fûarê me pirtûkên nû çap kirin.

Bi giştî dema di warê siyasî de zext li ser siyasetmedaran çêdibû, bandoreke neyênî li ser xwendevanan jî çêdibû. Ji ber wê ye ku eleqe kêm dibe."

Keskîn: Tirs serdest bûye

"Du salên dawî ez bi giştî ji bo weşangeriya kurdî xerab dibînim. 2007/2008 heta 2015an her sal bi rêk û pêk hem jimara kitêban zêde dibû hem fûar zêde dibûn. Beşdariya xwendevanan, firotina kitêban belavkirina wan zêde dibû.

Piştî 2015an, nexasim 2016an, piştî şerê bajaran, ew grafîk berevajî bû. Êdî ber bi jêr ve dihat. Van du salên dawî, par û îsal, di nav sal û nîvê de 14 kitêbên me hatin qedexekerin. Li fûaran, bajarên Kurdistanê û cihên din astengî derxistin ji bo em beşdar nebin.

Bi ser wan de krîza aborî hat. Wê tesîreke gelek xirab li ser weşangeriyê kir. Em mecrûb man me programa dabû ber xwe, hêdî hêdi beş in jê texîr bikin ji bo salên pêş.

Tenê ji ber bi kurdî peyivîne çiqas insan rastî êrîşê hatine. Ev ne weke behane ye. Lê meseleyek pir cidî ye. Tu bi zimanekî weşanê dikî ku insan tenê ji bo çend gotinan, ji bo stranekê bi wî zimanî dibêjin tên birîndarkirin. Heta tên kuştin. Avesta 24 saliya wê ye îsal. Tirsa heyî di van 24 salan de nehatiye dîtin. Ez hêvîdarim bo salên pêş ev qedexeyên keyfî, ev siyaseta dewletê, ji siyaseta dewletê talûketir jî helwesta xelkê normal a li hember axavtina zimanê kurdî bi dawî bibe."

Ozalp: “Gelek rê li ber me heye”

"Weşangeriya kurdî sala 2019an, li gor 2018an piçek din baş derbas kir. Hem ji hêla hejmara çapbûna pirtûkan ve, hem jî ji hêla firotinê ve. Wek weşanxane Peywendê jî salek xweş li du xwe hişt. Eleqeya ji bo berhemên kurdî yên derheq teoriya edebiyatê de, wek salên berê, îsal jî bêhtir hebû bo berhemên Peywendê.

Bi giştî geşedanek heye ji hêla kalîteyê de. Ji hêla eleqeyê ve jî wisa. Helbet di vir de tişta em pîvan digirin salên me yên borî ne. Ango rewşa me ya berê ye. Dema ku em realiteya xwe li ber çavan digirin rewş ev e, geşedanek heye.

Lêbelê ku em li gor xelkên pêşketî li halê xwe binêrin, pêşketinên li bal me ne tiştek e. Lewra hejmara hemû kitabên kurdî yên di salek de tên firotin li gor min hê bi qasî yek pirtûkek populer ya tirkî nîn e. Ev bi serê xwe rewşa me nîşan dide. Loma jî gelek rê li ber me heye ku em bigihijin rewşeke normal."

Ji Bîanetê hatiye girtin

 


**

Nûçeyên 2019'an (Ev beş bi vî awayî hê dê bidome):

- 2019: FIFA'yê rêza tîmên neteweyî eşkere kir 

- 2019: Muzîkarên herî zêde pere kar kirine

- 2019: Di Google de ma ro enî fîlman geyray 

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

news
  • 23 05 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Barzanî: Îro çi tê çandin sibê ew tê çinîn

ad

YouTube ji bo vekirina malperê dixebite

ad

Fûarey Kitaban a Stenbolî rê tay mend

ad

Ev e wêneyê rojê

ad

Li Bakur hejmara kurdên di bûyeran de hatin kuştin derket 10'an

ad

Amediyan jî daxwaza faturaya bi kurdî kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname