Yeko Ardil
Babeta dawî ya li Civata Rewşenbîrên Azad a li Berlînê vandalîzm bû. Gotara ku ji aliyê mamoste Pêşreu Seîd ê ji bajarê Koya başûrê Kurdistanê gelek bi baldarî hate guhdarîkirin û di dawiyê de jî gotûbêjeke berfireh li ser hate lidarxistin.
Mamoste Pêşreu yek ji kesayetên hêja yê Civata Rewşenbîrî ye. Pêşmergeyê dêrîn û hiqûqzanekî cihê rêzê ye. Di heman demê de lêkolîner û rexnegirekî wêjeyê ye.
Mamoste Pêşreu vandalîzm wiha pênase û şîrove kir: "Bi kurtî mirov dikare vandalîzmê wekî ‘têkdan’ê pênase bike. Têkdan, rûxandin an jî jinavbirin e. Dibe ku ji ber nezanînê be an jî bi zanebûn û bi daxwaz rûxandin û têkdana heyînên kes an jî raya giştî ye. Wekî nimûne; li kolanan, li dibistanan, li muzexaneyan an jî li ser mal û warên kesan kiryarên rûxandinê ye. Têgîn di serdema Şoreşa Fransî de derketiye holê. Keşeyê bi navê Henrî Gregoire hind kiryarên rûxîner û xerabker yên komariyan dişibîne kiryarên jinavbirinê yên Vandalên ji serdema Germaniyan. Her çiqas wekî têgîneke siyasî û sosyolojîk li Fransa kemilîbe jî, wekî kiryar di dîroka mirovahiyê de pir kevin e. Gava em dêna xwe bi bênfirehî bidinê, em dibînin ku barbarên ji Asyaya Navîn hatin jî li welatên dagir kirî hemûyan bi heman awayî têkdan û rûxandinên dijwar pêkanîne. Ji qewmên Hunî bigir heta bi Moxolan û Selçûkiyan di ser kîjan welatî re derbas bûne, ew der nema wekî berê şên û jiyanî maye. Li aliyê din şoreşên olî jî gava bûne desthilat û vegeriyane olên dewletan yekser berê xwe dane berhem û alavên çandî û hunerî yên berî xwe û ew ji holê rakirine. Lewra li gorî ola nû yên berê betal in û divê ew remz yan bêne têkdan yan jî li gorî bîrdoziya nû di bin kirasekî din de bêne xwedîkirin.
Gava çeteyên DAIŞ'ê li herêmê dibûn desthelat destpêkê berê xwe didan berhemên hunerî yên kevnar û wana têkdidan. Dîsa di serdema dagirkirina qewmên barbar de jî şaristaniyên Yewnan û Roma yan hatibûn talankirin yan jî rûxandibûn.
Vandalîzm ne tenê rasterast rûxandin û tundiya dijwar a li ser berhemên çandî hunerî ye. Di heman demê de neşîrînkirina xweza û hawirdorê jî di nav wê pergalê de cih digire. Ew kesên ku li ser dîwar û li derdorê bi boyax û alavên cur bi cur dinivîsin, xêz dikin û dîtbariya xweşik a derdorê xera dikin jî di nav vandalîzmê de tên hesibandin.
Lewra ev nêrîn wekî nexweşîneke derûnî ya antî civakî jî tê pênasekirin. Zêdetirê wê ji mêran pêk tê, lê beşeke piçûk jin jî para xwe ji bandora vandalîzmê digirin. Li ser kesên ku alkol û dermanan bi çewtî bikartînin jî heman kiryar peyda dibin.
Alîyekî din yê mijarê jî vandalîzm û kiryarên şoreşgerî ne ku ew jî dibin babeta nîqaşê. Wekî mînak Ernesto Che Guawara dibêje; eger tu tişt ji destê te nayê, dîwar û camên burjuwaziyê bişkîne. Ber û keviran bavêje malên wan.’ Ango gava partîzan li hemberî djminan pirekê dirûxînin. Babet berfireh dibe. Di semînara mamoste Pêşreu de beşa herî balkêş jî vandalîzma li Kurdistanê bû, vaye nîqaşa germ jî ji wir şûnde dest pê kir. Mamoste gelek kiryarên desthilata kurd jî wekî vandalîzm bi nav kir. Li gorî wî ne merc e mirov bi tenê têk bide. Neheqî û nerindkirin jî di heman nêrînê de cih digirin. Ji desthilata malbatî bigire heta bi medyaya di bin destê wan de gelek xalan di nav kiryarên vandalîzmê de bi cih kir. Wekî mînak: ’Di serdema dagirkirina dewleta Tirk a Rojava de kanaleke qaşo kurd wiha nûçeya xwe belav dikir: 'Temaşevanên hêja, operasyona Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê li Serêkaniyê di qonaxeke bilind de berdewam dike.’ Ango kesekî ku di tevahiya jiyana xwe de çiya nedîtiye, wekî berpirsên bilind yên pêşmergeyên malnîşîn tê wezîfedarkirin. Pareyeke baş jî ji hikumetê digire. Ango gava li Rojava zarokên kurd bi napalmên dagirkeran tên qetilkirin serok û serokwezîrên herêmê qatilên wan zarokan hembêz dikin.
Mirov dikare gelek nimûneyan lê zêde bike, lê dîsa jî divê em hêviya xwe winda nekin, lewra vandalîzm wekî nexweşîneke dermankirina wê pêkan tê dîtin.
**
Cejna Çarşema Sor li Êzîdxanê û li tevahiya Kurdistanê pîroz be.
21.12.2019, Yenî Ozgur Polîtîka


