Diyarname
Dawiya vê hefteyê li Amed, Stenbol û Enqereyê hin çalakiyên girîng hene, me ew dan hev..
AMED: Komxebat, helbest, şano
Li Amedê çend çalakiyên girîng hene. Tora Ziman û Çandê dê kombexebatek çêbike, di gotûbêjek de dê helbesta kurdî bê nîqaşkirin û her wiha lîstika şanoyê jÎ heye.
Komxebata kurdî
Tora Ziman û Çandan dawiya vê hefteyê rojên 11 û 12'yê mehê li Amedê bi beşdariya dehan kesên eleqedar dê bicive. Civîna Tora Çandê dê li Demîr Otela a li Deriyê Çiyê serê sibê saet 09'an de dest pê bike.
Tora Ziman û Çandê dike ku weşanger, nivîskar, kesên bi çandê re eleqedar beşdarî xebatê bike. Di vê komxebatê de jÎ dê li ser çi, çawa nîqaşan bike û bigihîje encamekê.
Bereh li ser helbesta kurdî dê biaxive
Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî a Amedê jî helbestvan Berken Bereh 11'ê mehê derdikeve pêşberî xwendevanên xwe. Gotûbêja Bereh dê bi sernavê "Li ser helbesta kurdî ya modern" de li dar bikeve. Gotûbêj saet 13'yan de ye.
Ji Wanê şano hat Amedê
Li Amedê li Şanoya Bajêr a Amedê jî 11'ê mehê lîstika şanoyê heye. Teatra Mencel a Wanê bi lîstika xwe "Zargotin Zêrgotin e" 11'ê mehê saet 19.30 de li Şanoya Bajêr a Amedê derdikeve pêşberî şanohezan. Lîstika ku ji teksta Çetoyê Zêdo hatiye girtin, Nazmî Karaman derhêneriya wê kiriye.
STENBOL:
WÎB'a Stenbolê du çalakî hene
Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî a Stenbolê vê şemiyê (11'ê mehê) du çalakî hene. Ya yekem panelek e û saet 14.30'yan de ye. Di vê panelê de di bin moderatoriya Kubra Sagir de Dr. Adnan Çelik dê biaxive. Panela bi navê "Têkoşeriya Polîtîk a Kurdan li Ewropayê" li dar bikeve de Çelik zêdetir dê li ser mînaka Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê navbera salên 1956-1988'an biaxive.
Paşê saet 17.30 de çalakiya gotûbêj û îmzekirina pirtûkan a Îsmaîl Beşîkçî heye. Ev çalakî dê di bin moderatoriya Îbrahîm Gurbuz de li dar bikeve.
ENQERE: Selîm Temo li wir e
Nivîskar Selîm Temo li Enqereyê, li Destar Kîtap Cafeyê beşdarî çalakiya hevdîtin û îmzeyê dibe. Çalakî di navbera 18.00-21.00'an de li dar dikeve. Destar Kitap Cafe li Kuçeya Konur a Kizilayê ye.
**
Têbinî: Agahiyên nû li ser çalakiyan bên ber destên me emê lê zêde bikin


