Diyarname
Bultena du mehane ya Kurd-Dera Îzmîrê ya bi navê Hinar hejmara xwe ya 6'an derxist.
Hinarê vê carê hejmara xwe ya rezber û kewçêrê pêşkêş kir. Di kovarê de bi sernavê "Evîndar û têkoşerê zimanê kurdî" li ser Mele Îsmet Kiliçaslan dosyayeke hatiye amadekirin. Mele Îsmet Kiliçaslan ku çar sal berê jiyana xwe ji dest da bû di nav xebatên Enstîtuya Kurdî de cih girtibû û di jiyana xwe de ji bo zimanê kurdî gelek xebat kiribû.
Mele Reşît IRGAT, Mustefa BORAK, Nesrîn ROJKAN û Îsmaîl BEŞÎKÇÎ bi nivîsên xwe di dosyayê de cih girtine.
Di kovarê de bi berpirsiya malpera "zarokname.com" Aynûr Bozkûrt hevpeyvînek kirine.
Her wiha kesên wekî MîranJANBAR, Ferzad Kemenger, Ferzan ŞÊR, Ehmed BIRA, Alî GURDÎLÎ, Yasemîn ELBAN, Abdurahman DAYAN, Guljîn DÎGOR, Mûstefa BORAK, Îhsan BÎRGUL, Ûsiv ÎDÎRÎ, Nesrîn ÎLEK bi nivîsên xwe beşdarî vê hejmarê bûne.


