logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Jiyan ne wekhev û mirin ne adil e

Êdî li wê derê tu kes li gorî wê nivîsa ku dibêjin ‘Li ser eniyê’ ye najî.

  • Dîrok: 09/02/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Yeko Ardil

Hasan Hûseyîn Korkmazgil di helbesteke xwe de digot: ’Li Gurûnê hatime dinê, li welatê hejarî li qirikê û hejmara Yezdanan nayê zanîn.’ Di wê serdemê de ku hozanî ew helbest nivîsandî, Yezdanên li herêmê axa, şêx, pîr, mixtar, cendirme, sîxur û bi gelemperî dewlet bû. Jiyana gel a bi destê wan dihat sazkarkirin û tayînkirin pirî caran bi destê wan an jî bi daxwaza wan diqediya. Bi gotineke din jiyana ku li wî welat û herêmê tu carî adil û wekhev nedibû, mirin jî ne wekhev û adil bû.

Ew gotina ku digotin: 'Her mirov li gel çarenivîsa xwe tê dinê, li ser eniyê ew qeder nivîsandiye û ne pêkan e mirov wêna biguherîne.’ Li wî welatî bi tenê çîvanokek bû. Dîsa gotina ku: 'Mirin adil e, bi heman hişmetê dide ber xwe şah û feqîrî’ jî ne ji bo wî welatî bû.

Li pey gepek nanî di kanên ocaxên madenan de, di nav toz û dûmana komirî û li dojehistana agirî de, li fabrîkeyeke ku bi qasê serê derziyê jî ewlehiya jiyanê lê nîn e, di xebata lêkirina qonaxên dewlemendan de ku piştî çêkirinê ne pêkan e di ber de jî derbas bibî, li ser sînorên welatê parçekirî di qaçaxiyê de, li qûntara çiyayekî asê di firariyê de, li navenda çarşiyeke bajarî ji ber sedemên xwîndarî, li leşkeriya dewletê wekî zayîata perwerdehiyê, li goşeya nexweşxaneyekê ji ber nebûna pareyî, di şevên sar û tarî yên zivistanekê de li ser berfê di riyên asê de mirinê ew zevt dikirin. Eger di ser wan hemû rewş û karesatên hejmartî de tu jin bî, ji xwe mirin mîna temeziya sor, mîna kincê bûkîniyê bi pîserên te ve hilawestiye. Hilawestiye lewra pergala baviksalarî ya ku tu bi xwe wê diwelidînî, wê diafirinî, xwedî û mezin dikî rojekê wekî melkemot li te vedigere. Tu çavên xwe ji xewa şîrîn vedikî û lûleyeke sar, cemidî û qirêj li ber serê xwe dibînî û bêyî ku gotineke dîtir ji devê te derkeve, diqîrî: "Bira!" Bira nebe bav e, bav nebe kurmam e, kurmam nebe cîran û gundî ye. Welat hemû ji bo paqijkirina namûs û qaşo rûmeta ‘mirovahiyê’ amade ye. Ew Melîkê ku heta êvarê li ser pişta te, li devê sînga te mîna berhemeke pîroz ya ji asîmanî hatî xwarê, mîna hêkek li ser destî dihat gerandin, wekî melkemot li ser bedena te vegeriyaye. Melîkê ku mîna gulek dihat bêhnkirin û mîna çûkek dihat hezkirin êdî bûye melkemot.

Ha eger ew yek ji wan jî rastî mirovî neyên, an jî tu ji ber guleya cendirmeyî filitî, rastî xezeba kurê axayî nehatî, neçûyî qaçaxiyê, li hemberî pergala maldar û stemkar nebûyî firar, te xwîndarî nîn e ku li navenda çarşiyeke kambax de bibî armanca guleyên xayîn, neçûyî leşkeriyê da bibî xisareta perwerdehiyê, nexweş jî neketî ku li goşeyê nexweşxaneyekê ji ber feqîrî û hejarî bimirî û ne mîna gelek jinên ducanî yên li ser qizaxên berfê de, di navbera kendalên asê de li gel zaroka xwe koça dawiyê bikî, wê demê yan erdhej xaniyê te yê ji kelpîç û kevirên giran û ji kêranên sawdar lêkirî bi serê te de tîne xwarê, yan jî di rojeke sir û seqem a zivistanê de di navbera du kendalên asê de li rastî aşûteke dijwar tê yî.

Eger şansê te hebe û bedena te ya qerisî, ya ji jiyanê têrnebûyî û çavên te yên vekirî yên hîna jî li jiyanê temaşe dikin, ji bin berfa kujer derxistibin, melayî li ber serê te rûniştiye û dibêje: "Roja wî û wan heta ew roj bû. Eger ne bi aşûtê baya, teqes wê bobelateke din bi ser wan de bihataya." Ew gotina ku ji kokê ve bi aqilê tu kesî ve nedizeliqî û ligel wê jî her kesî mîna ku jê bawer kiribin serê xwe kûs dikirin, belkî dibû sedem ku piçek jî mirov pê vehesin û dilê agir pêketî aram bibe.

Li wir, li wî welatî hozanekî din yê bi navê Ahmed Arif mirin wiha şîrove dikir: "Mirin, mirina fiqareyî ne dibêje ez têm û ne dibêje ez hatim" Li herêma ku cin û cinawir jî ji ber sîxûriya dagirkeran nedifilitîn, jina ciwan a bi navê Gulistan Doku mîna ku hîç nehatbe dinê, winda dibû. Li aliyê din keşeyên dêran yek yek an jî cot bi cot didan pey Gulistanê û mîna ku erd biqelişe û tê de noq bibin.

Ew xaka ku bi dehan sal in di bin bombe û gazên jehrîn de dinale ji mêj ve ye pergala xwe ya sirûştî ji dest daye.

Êdî li wê derê tu kes li gorî wê nivîsa ku dibêjin ‘Li ser eniyê’ ye najî.

08.02.2020, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Name ji bo piştgiriya Şivan Perwer

ad

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

ad

Du ferhengên girîng hatin

ad

Nûnerê NY'ê bang li Tirkiyeyê kir: Rê veke ji bo parastinê bila herin Kobanî

ad

Pêşbaziya Serê Gulanê li benda berheman e

ad

Kesên ku wê Xelata Azadiya Çapemeniyê ya CPJyê bistînin diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname