Cemil Oguz
Rexnegirê ji DYA'yê yê navdar Noam Chomsky li ser kurdî got: "Divê kurdî bibe zimanê fermî."
7'emîn Hevdîtina Stenbolê ya ji bo Azadiya Ramanê di navbera 9 û 10'ê vê mehê de li Stenbolê li Zanîngeha Bîlgî Kampusa Dolapdereyê li dar ket. Gelek kes beşdarî vê xebatê bûn û dîtinên xwe yên mli ser azadiya ramanê anîn ziman. Yek ji wan kesan jî rexnegirê navdar yê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Noam Chomsky bû. Chomsky ku axaftina destpêkê ya xebatê kiribû di roja dawî de jî semînereke ku 2 saetan dom kir pêşkêş kir.
Noam Chomsky her ku tê Tirkiyeyê bi eleqeyeke mezin re rû bi rû dimîne. Vê carê jî wisa bû. Li Tirkiyeyê heta niha gelek pirtûkên wî bi tirkî hatine weşandin û vê yekê jî kiriye ku xwendevanên wî, guhdar û eleqedarên wî zêde bin. Di vê kombûnê de jî gelek kesî eleqe nîşan da. Chomsky, li saloneke axaftin kir, lê têde cih nebû; mêvan girtin salona din û wekî vîdeokonferans di wê salonê de jî mêvanan guh da Chomsky.
Chomsky li ser azadiya ramanê ji dîrokê heta niha dîtinên xwe anîn ziman û li ser kurdan jî hin tişt gotin.
Vane ji gotinên Chomsky hin not:
- Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî ji ber ku fikir û ramanên xwe anî ziman, ji ber ku li ser kurdan nivîsî gelek salên dirêj di girtîgehan de ma. Jê wêdetir wî ev nivîsandin jî. Ev zilamê dilpola ger li Rusya yan li Iraqê ba wê li dinyayê gelek bihata nasîn.
- Rêveberiya Clinton sala 1997'an de gelek çak şandin Tirkiyeyê û ew li Başûrêrojhilatê Tirkiyeyê di şer de hatin bikaranîn. Ew qas zêde şandin ku mirov nikare hesab bike.
- Duh Serokê Baroya Amedê li vê derê qala guhdarîkirina telefonan kir. Li aliyê rojhilatê Tirkiyeyê li telefonan guhdarî dikin. Ji bo BDP'ê bişopînin vê dikin. BDP nûnerê kurdan e û ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê guh bidin wê. Ji BDP'ê gelek kes hatin girtin. Piştî hilbijartina 99'an ji ber ku BDP bi ser ket ev yek çêbûn, jê tolê hil didin.
- Li Amedê Muharrem Erbey hat girtin. Ji ber ku wî ji bo Dengê Amerîkayê axivî û li ser zordariyan fikrên xwe anîn ziman. Dadgeh dibêje armanca wî ew bû ku Tirkiyeyê bixe nav zehmetiyan. Lê tiştên ku Erbey gotin ne zêde tiştên veşarî bûn. Di vê dozê de Baydemîr jî heye. Di sala 99'an de bi dengên mezin hatiye hilbijartin û bi ser ketiye. Li hemberî vê serketinê tolê hildidin. Ji bo wî 33 sal ceza dixwazin. Ji Vedat Kurşun hindiktir jêre ceza dixwazin. Yê piştî Kurşun hat ser kar jî hatiye cezakirin.
- Maf dayên dayîn, bi têkoşînê têne bi dest xistin. Maf li ser kaxiz nivîsandî bin jî ger neketibin jiyanê fêdeya wan nîn e.
- Di warê azadiya ramanê de ezmûnek gelek hêsan heye: Fikra ku ez gelek xirab bibînim jî ez dihêlim ku ew bi awayekî serbest bê vegotin? Li ser Hitler, Stalin bifikirin.
- Sûcên ku dewleta min dike nayên dîtin, lê yên din bikin divê bêne şermezarkirin, dibe ku bibin sedema şer jî. Tirkiye ji bo vê mînak e.
- Ji min pirsîn li ser Xelata Nobelê ya Aştiyê ku dane Obama tu çi difikirî? Min got ev ne kesê herî xirab e ku dane. Berê dabûn Henry Kissinger jî. Kissinger gotibû: Bombeyan bi ser Kamboçyayê de bibarînin. Her tiştê difire jî lêdin. Xelata Nobelê ya Aştiyê dabûn wî. Ev jê xirabtir e.
- (li ser pirsa beşdariya "Rûsipî"yan, yên ku dikevin nav aliyên pevçûn/şeran û aştiyan li dar dixin) Ger ji bo min vexwendineke ji bo beşdariya "Rûpisî"yan bihata kirin wê ne tiştek baş ba, ji ber ku ez ne rûsipî me. Lê li hemberî şîdeta terorîst du rê hene; yan hûnê bi şîdetê nêz bibin û dê şîdet gurtir bibe, yan jî hûnê sedemên wê çareser bikin û wê şîdet kêmtir bibe. Li Baskê şîdeteke cidî ya ETA'yê hebû. Spanyayê guh da giliyên wan, piştgiriya ji bo ETA'yê kêm bû. Heman tişt li Îngilistanê jî çêbû. ÎRA'yê bûyerên mezin pêk anîn. Dema Brîtanyayê bi şîdeteke xurtir bersiv da, şîdet bilindtir bû. Dema berê xwe da pirsgirikê ji bo çareserkirinê piştgiriya ji bo ÎRA'yê kêmtir bû. Li hemberî PKK'ê hûnê yan zordariyê zêde bikin, yan jî hûnê guh bidin pirsgirêkan û bi vê re şîdetê kêmtir bikin.
- Li Tirkiyeyê dixwazin zagona bingehîn biguherînin. Lê di heman demê de binçavkirin, doz û girtin didomin. Ev yek ne li gor daxwaza guherînê ye.
- Divê kurd zimanê xwe yê zikmakî bikar bînin. Vî zimanî divê di parlemenê, di dadgehan de bikaribin bikar b3inin. Li Spanyayê, li Katalanyayê wisa ye, katalanî zimanê fermî ye. Zimanê baskî hêdî hêdî zindî dibe. Di dema Franco de ev ziman hatibû çewsandin. Li Galler, Skoçyayê ziman pêş dikevin. Li Tirkiyeyê jî divê kurdî wekî zimanê fermî bê bikaranîn.
- Kurd di nava rewşeke dijwar de têkoşînê didin. Dilpolayiya ciwanên kurd hêzê dide min. Demekê min li Amedê axaftineke kir. Li salonê polîs hebûn. Ciwanên kurd dilpolayiyeke mezin nîşan dan. Ciwan nêzî dikê bûn û diyariyeke dan min. Min mêze kir ferhengeke bi kurdî ye. Wê çaxê kurdî qedexe ye. Çawa anîbûn hundir, ev yek dilpolayiyeke mezin bû. Ez bawerim paşê ew hatin girtin. Lê ev mînaka dilpolayiyeke mezin e. Ev çalakî hêjayî hurmetê ye. Li hemberî tiştên wisa ez pozbilindî nakim û aqil nadim we.


