Hevpeyvîn: Reşo Ronahî
Di rojên 2 û3’yê gulana 2015’an de li Amedê bi navê “Ji Nû ve Avakirina Koban” konferansek hat lidarxistin. Ji çar aliyên Kurdistanê û cîhanê beşdar hebûn. Me jî bi yek ji van beşdaran Necdet Îpekyuz re hevpeyvînek çêkir. Îpekyuz ku hem Serokê DÎSA (Weqfa Lêkolînên Siyasî ya Amedê) hem jî reveberê TÎHV’ê (Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) ye. Me li ser ji nû ve avakirina Kobanî, bi taybetî jî derbarê trawmaya derûnî ya ku gelê Kobanî jiyaye pêre xeber da..
Roja pêşî ya konferansê beşdarekî got: “Em ê Kobaniyeke nû ava bikin ku nema şer bibîne”. Kobaniyeke bi vî rengî çawa pêkan e?
Heta meseleya kurd û Kurdistanê neçe serî şer dê her li ser dilê me be. Erê ji aliyekî ve avakirina Kobaniyê divê pêk bê. Gelek mirov koçber bûne, perîşan bûne, hinek li Başûr in, hinek li vir (Bakûr) in, hinek jî li Kobaniyê ne lê qonax tunene. Li der ve ne, li konan in. Du tişt divê em bidin pêşiya xwe. Yek: Ji bo careke din şer nebe em dikarin çi bikin? Divê em li vî tiştî binêrin; statuya Rojava di asta neteweyî de çawa ye, di asta navneteweyî de çawa ye, wê çawa bê naskirin? Ya duyem: Li seranserê cihanê çawa li meseleyê dinêrin? Wekî DAIŞ, Esad, Tirkiye, Îran, Iraq, Amerika û Ewropa çawa difikirin? Divê ev zelal bibin. Piştî statuyek derket holê divê em li ser van pirsan bisekinin: divê em nîzameke çawa, sîstemeke çawa ava bikin? Wekî din gelek însanên me perîşan bûn. Şehîd hene, zarokên bê dê û bê bav hene. Qonax tune ne, av tune ye, ceyran tune ye. Gelek zehmetî hene. Ji bo vê divê mirov çi bike? Kobaniyeke çawa mirov ava bike?
Ji aliyekî de tevahiya cihanê fêm kir ku Li Kobaniyê destaneke dîrokî derket holê. Ji ber xatirê vê muzeyek divê hebe. Piştî muzeyê jî ji bo wan ên ku vegerin, wan ên niha li wir dijîn divê meseleyên qonax, av, paqijî û hwd. bêne çareserkirin. Tiştekî din insan birîndar bûne, bûne gazî… Mirov çawa dikare ji aliyê tenduristiyê de ji bo wan alîkar bibe? Wekî din hê li wir mayîn hene. Divê ew bên paqijkirin. Piştî vê ji alî fîzîkî de, ji alî sîstema perwerdehiyê de, ji alî xebatê li gundan de divê mirov çi bike?
Helbet divê mirov bi hev re bixebitin. Her kes li gorî xwe bipeyive û biçe bixebite naçe serî. Meseleya Kobanî meseleya Kurdistanê ye, ne meseleya hizbî ye. Tevahiya dinyayê li Kobanî mêze kir û kurd û Kurdistanê nas kirin. Ji bo ku kurd û Kurdistan hemû bigihîje hev divê di avakirinê de jî tev de bixebitin. Wextê kurd bibin yek jixwe wê gelek dewlet jî alîkar bibin.
Em behsa avakirinê dikin. Lê tiştekî din ê girîng heye; trawma. Tu çiqas tiştên xweş çêbikî, tiştan bikî rê jî wextê trawmaya însan hebe sibe roj nikare kar bike, nikare bibe welatparêz. Însanekî bê ling be tu dikarî protezekê lê bixî. Lê trawmaya derûnî zehmetiyeke pir mezin e. Belkî îro şer heye hîn haya însanan ji hinek tiştan tune ye lê sibe roj hinek tişt ava bibin ew ê derkeve. Ew ê bibêjin ka xwişka min li ku ye, hevalê min li ku ye, berê wiha bû niha wiha ye hwd. Divê mirov alikariyeke mezin bide wan jî. Tenduristî bi tenê ne dayîna dermanan, çêkirina nexweşxaneyan e.

Baş e, li gorî we divê xebatên li ser trawmayê kengî dest pê bikin û xebatên bi çi awayî bêne meşandin?
Niha şer sekiniye. Ji ber vê yekê divê aniha mirov dest pê bike. Gelek însan hêdî hêdî vedigerin. Ji bo însanên ku vegerin mirovên wan tune ne, qonaxên wan tune ne, cihên lê lîstikan lîstine, cihên lê razabûne, cihên lê şer kirine an em bibêjin cihên hezkiriyên xwe hembêz kirine niha tune ne. Veger trawmayeke mezin e. Divê mirov aniha dest pê bike. Ji bo ku însan sibe roj di avakirinê de cihên xwe bigirin û fêdeya wan bigihe kar û barên avakirinê divê hema ji aniha de mirov dest pê bike. Divê ji bo vê mirov alikariyê ji kesên zana û pispor bixwaze. Ew kesên ku karibin bên li ser vê bixebitin an karibin perwerdehiya vê bidî…
Em bên ser meseleya muzeyê. Helbet bi trawmayê ve jî girêdayî; avakirina muzeyekê ya li Kobaniyê divê tişteke çawa be?
Sibe roj li dinyayê dîroka şer bê nivîsandin çawa Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Şerê Cîhanê yê Duyemîn tê de cih bigire, Kobanî jî di dîroka dinyayê de wê wisa cihê xwe bigire. Şerekî taybet e. Çawa taybet e? Di sedsala 21’ê de DAÎŞ’ê wehşet û qetlîameke mezin dikir, tank û top bi wan re hebûn. Çi diket ber wan wekî sîlîndîrê pehn dikirin û diçûn. Gelek keç û xortên kurd sing bi sing bi wan re şer kirin, li pêşiya wan sekinîn. Tevahiya dinyayê vî şerî bi hurmet pêşwazî kir. Ji bo her tim di dîroka dinyayê de bimîne, ji bo 100 sal paşê însan bibêjin ka li wir çi bûbû divê muzeyek hebe.
Gava din me behsa trawmayê kir. Di warê trawmayê de hinek tişt hene divê neyên jibîrkirin, neyên windakirin. Wextê winda bikî ji holê radibe. Wextê li ortê be û tu bibînî tu êşa xwe dibînî. Însanên ku bên wê derê jî wê ji êşa te fêm bikin. Dibin şirîkê kula te, bêyî gotin. Yanê ji bo mirov ji bîr neke û mirov qedr û qîmetê bide hev. Di dinyayê de ev mînak hene. Mesela li Amerikaya Latîn, li Arjantînê însanan hinek girtîgeh wisa hiştine, hinek wêne li ser wan xistine. Mînaka kurd û Kurdistanê Helebçe ye. Kobanî jî divê tiştekî wisa be. Çawabûna wê em bifikirin. Tu ji min bipirsî cihê şer lê çêbûye, cihê xera bûye divê mirov mihafize bike. Belkî beşek jê mirov hema wisa bihêle. Tabî ji bo jê nexweşî filan çênebe mirov lê binêre. Însan bila herin bibînin. Wekî din mesela cihekî bila hebe ku tê de çîroka şer bê vegotin. Bi nivîs, bi wêne, filan bêvan.
Baş e, di vî warî de tiştên ku dikevin ser milên saziyên ku li ser trawmayê dixebitin çi ne? Em dizanin ku Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ku hûn jî yek ji rêvebirê wê ne saziyeke bi vî rengî ye.
Tabî her tişt bi kitêbî nayê îzahkirin. Divê mirov here wê derê. Gava pêşîn ew e. Me bixwe jixwe ji wan re gotiye. Em ê herin û em ê li wir fêm bikin. Niştecih ciqas in, wê çiqas bên? Çend insan di warê trawmayê de zehmetî dikêşin? Piştre mirov wana jî veqetîne li gor zehmetiyên wan ên derûnî. Piştre jî çend kes wê karibin li ser vê bixebitin? Hinek ji Kobaniyiyan mirov bîne bike akademiyan û vê meseleyê bi wan re nîqaş bike. Mirov wan jî amade bike ku ew jî karibin di vî warî de bixebitin. Tabî ev kareke demdirêj e. Divê hêdî hêdî mirov lê dewam bike.


