Stenbol
Cenazeya nivîskarê kurd Îsmaîl Goldaşê bi beşdariya girseyeke mezin li Goristana Kavakli ya Beylîkduziya Stenbolê hate definkirin.
Lêkolîvan û nivîskar Îsmaîl Goldaş ku duh jiyana xwe ji dest dabû îro bi beşdariya mebûsê BDP'ê Ozdal Uçar, endamê Meclisa Partiyê ya BDP'ê Kemal Pekoz, Hevserokê BDP'a Stenbolê Mustafa Avci û Çigdem Kiliçgun Uçar, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan, rêveberên enstîtuyê, rêveberên Kurt-Kavê, Seroka Weqfa Başakê Şahannim Kanat, xwediyê Weşanê Avesta Abdullah Keskin, xwediyê Weşanên Pêrî Ahmet Onal, xwediyê Weşanên Nûbiharê Suleyman Çevik, xwediyê Weşanên Algi Veli Buyukşahin, Xwediyê Yaşam Radyoyê Îbrahîm Gurbuz, zimanzan Zana Farqînî, nivîskar Mulazim Ozcan, Salih Sezgin, Fehim Işik, rojnameger Cemil Oguz, Ramazan Pekoz, siyasetmedarên kurd Aynur Gurbuz, Filiz Oguz, Ferhat Yegîn, Mehmet Tekin, ji melayên kurd Celalettin Yoyler û girseyeke mezin beşdarî mesarima definkirina cenazeyê bû.
Cenazeya Goldaş birin Mizgefta Fatih Sultan Mehmet a li Beylikduzu, li esirkî nimêja cenazeyê kirin û cenaze birin li Goristana Kavakli defin kirin.
Li ser goristanê hevalên Goldaş li ser wî axivîn. Jina Golda Betul Goldaş û zarokên wî Bora û Zîlan Goldaş ku di nav xemgîniyeke mezin de bûn, nas û dost û hevalên Goldaş ew bi tenê nehiştin û êşa wan par ve kir.
***
Nûçeya eleqedar:


