Diyarname
Fanzîna fotografiyê flashhilat ku mehê carek derdikeve bi hejmara xwe ya meha adarê ku hejmara 14'an e silav li xwendevanên xwe kir.
Di vê hejmara Flashhilatê de ev nivîs cih girtine:
- Badem Steyra bi wêneyên Mario Sorrenti û hin wênekarên din balê dikişîne ser antîsupermodelekê û ‘’Ji Wehdetê Heta Kesretê Kate Moss’’ dinivîse.
- Mewlûd Oguz bi kolajeke ji Heskîfê, ‘’Çavpêketineke Dawî’’ dike li wê derê û bi nivîsekê xatir ji wir dixwaze.
- Di beşa hevpeyvînê de, derhênerê kurtefîlma bi navê ‘’Fotograf’’, Ozan Takış heye. Takış ji wêneyê ku îlham daye wî ku ‘’Fotograf’’ê bikişîne heta sedema karanîna makîneya Polaroid di fîlmê de gelek detayan dibêje.
- Li berga paşî ya flashhilatê, ji kadraja Bilal Seçkin wêneyekî Heskîfê heye.


