BRÛKSEL
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiyeyê bi awayekî neheq ji ber girtina HADEP’ê Tirkiyeyê mehkûmê tezmînatê kir.
Dadgehê diyar kir ku bi girtina HADEP’ê 11'emîn xala DMME’yê hatiye binpêkirin.
Di biryarê de tê diyarkirin ku têkiliyên di navbera HADEP û çalakiyên PKK’ê de nehatine piştrastkirin.
Li gor biryarê divê Tirkiye 24 hezar Euro tezmnînat bide û ji ber mesrefên dadgehê jî 2 hezar Euro bide.
Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) di sala 1994'an de ji aliyê Murat Bozlak û hinek endamên berê yên DEP’ê ve hatibû avakirin.
Di biryara DMME’yê de tê gotin HADEP ku 11’ê Gulana 1994 hatiye damezrandin, di hilbijartinên parlementoyê yên sala 1995'an de mîlyonek û 171 hezar û 623 deng girtiye, di ya sala 1999'an de jî mîlyonek û 482 hezar û 196 deng girtiye. Her wiha di hilbijartinên herêmî ya sala 1999'an de jî 37 şaredarî wergirtiye. Ji ber vekirina alên PKK û posterên Ocalan ya di kongreya HADEP’ê de, doz girtinê li Serok Murat Bozlak û hinek rêveberên partiyê hat vekirin.
DMME’yê ji dozên girtina HEP, DEP, OZDEP, EMEP, DKP, STP, TBKP, Partiya Sosyalîst jî Tirkiye mehkûm kiribû. Tirkiyeyê tenê di doza Partiya Refahê de qezenc kiribû.


