logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Şiyar bin gelî nivîskar, hunermend û siyasetmedarên kurd!

Gelî nivîskar, hunermend, siyasetmedar û hemî zanistiyên welêt yên Kurdan, welat di rewşeke xerab deye. Mirovên me di me

  • Dîrok: 03/04/2020
  • Beş: Covit-19

Bûbê Eser

Gelî nivîskar, hunermend, siyasetmedar û hemî zanistiyên welêt yên Kurdan, welat di rewşeke xerab deye. Mirovên me di metirsiyeke mezin de dijîn û bi vê tirsê mane bêdeng. Loma divê em bi hunera xwe, bi pênûsa xwe, bi deng û awazên xwe, bi siyaset û zanyariyên xwe pîbarî gelê xwe ve rabin da ku yekcar ji qudûm û ji desthilanînê nekevin.

Her gotineke me wê şevreşa niha gel tê de dijîn ronî bike, her nivîseke me wê metirsiya niha gelê me têde dijî nerm bike an rake. Her hunereke me dê bibe qawet da ku gel li xwe vegere û ji bona bijî çi lazim be wê bike.

Yên xelkê dewletên wan hene û gelê xwe, xelkê xwe him agahdar dikin, him jî bi alkariya wan ve radibin. Lê ê me kurdan ji me pêve tu kesên me tune ye. Ne dewleteke me heye. (Ji billî başûrê kurdistanê) ne jî dewlemendin me bi alkariya gelê xwe ve radibin.

Di rewşeke weha de tenha kar û bar dimîne li ser milên, nivîskar û hemî  rewşenbîrên gelê kurd. Dibe ku perên me tunebin ku em bi alîkariya mirovên xwe ve rabin. Dibe ku em ne dewlemend bin, da ku bikaribin pêşî li vê vîrosa niha dinya daye ber xwe bigirin, xwedî  li welat û kesên xwe derkevin.

Lê em baş dizanin ku niha di destê gelek nivîskarên me de, qelemeke tûj ku bikaribe başiyê ji bona gelê xwe binivîsîne û şevreşa wî ronî bike heye. Di mejî  yê gelek ronakbîrên me de, fikir û ramanên dewlemendiyeke mezin heye ku em wê bidin gelê xwe.

Her dengekekî ozanên me, her nivîsa nivîskarekî me, her gotina siyasetmedarekî me û her weha her nerîn û  dîtinên hunermendên me dikara alîkariya gelê xwe bikin.

Loma jî niha weke gelek caran, kar û bar ketiya an di hustiyên wan kesên min bi nav kirine de maye. Divê em ji bîr nekin ku ev erkekî  niştîmanî, wazîfeyeke welatparêzî ye ku divê em bînin cih.

Em divê niha bibin pêşevanê gelê xwe, em divê bibin zane û rêberê gelê xwe, em divê niha bibin dayik û bavê welatê xwe ku bikaribin mirovên xwe ji vê belayê, bi qasî ji bê biparêzin.

Heger em jî weke xelkê xwe, qudûmşkestî  bibin, heger em jî xwe bê deng bikin, heger em jî erkê xwe yê niştîmanî neynin cih, em ê di dîrokê de bibin rûreşên mezin.

Bê deng nemînin!

Binivîsînin, bistirên, bêjin, bilorînin da ku gel bi temamî ranezê, bi wî dengê xwe, bi wî awaz xwe her di guhê gelê xwe di bistrê. Dewleteke me tuneye ku em jî weke herkesan xwedî  nexweşxane, doktor û alavên tenduristiyê bin.

Ji ber ve divê em bi qelem û pênûsa xwe, bi  siyaset û nerînên xwe yên  guncav gelê xwe şiyar bikin, rêya ku bikaribin xwe ji vê nexweşiya Korona biparêzên rê wan bidin. Niha dagirkerên me bi her  rê û olaxê kar dikin ku bi rêya vê koronayê gelê me tune bike.

Niha erkê mezin, berpirsiyariya niştîmanî li ser milê me hemiyan e. Heger em vê neynên cih, gelo em ê  çawa bibin nivîskar, hunermend, rewşenbîr û siyasetmedarên gelê xwe. Heger di vê roja reşde pîbarî gelê xwe neyên, ma hebûna me ji bona çiye?

Di her dewr û deman de hin divê bi erkên xwe ve rabin. Loma dibêjim, heger ne ji wan dengbêjên me bana, me yê îro dîroka xwe nizanîbana û em ê ji zimanê xwe ê şêrîn bê par mabana. Him wan dîroka me bi devkî  ji bona nivşê nû parastin, him bi wan stranên xwe ne hiştin kurdiya şêrîn bimre.

Lê îro erkê mezin, karê giran ketiye hustiyê me. Em jî xwe bê dengê bikin, nestirên, nenivîsînin û nebêjin, ma em ê çawa gelê xwe ji nava vê tirsa mirina koronayê xilas bikin.

Gel nezanin, nexwenda nin. Li hember rê û rêbazan, li hember tofan û felaketan dê  çawa xwe biparêzin, nizanin. Li bendê ne ku hin ji wan re vê rêyê vekin.

Vekirina vê rêyê niha di destê me yên ku min binav kirin de ye. Heger em jî xwe bê dengê bikin. Bi vê bêdengiyê em ê qira gelê xwe bînin.

Divê em niha ji her demê bêtir çalak bin, xwedî huner û gotina xwe ya ji bona gelê xwe bin. Divê di vê rewşa kambax de di her warî de çalak bin.

Ji bona vê dibêjim; gelî nivîskarên me, hunermend, rewşebîr û siyasetmedarên kurd, rabin ser xwe, şiyarbin û rêya azadî û xelasiya ji vê koronayê rê gelê xwe bidin.

02.04.2020, Basnews

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Covit-19 - Nivîsên Dawî
news
  • 10 05 2021

Tirsa ji derziyên li dijî Covîd-19’ê

news
  • 30 06 2020

Gotinên Bi Rûdank

news
  • 11 06 2020

Pandemî û kulekên nû

news
  • 01 05 2020

Rewşa Misirc û Xerzan di dema koronayê de

news
  • 30 04 2020

Li Swîsreyê 'Qedexekirin qedexe ye'

news
  • 27 04 2020

Çûyîna Sûkê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Komkujiya Entabê: HDP 60 şehîdên me hene (Hat nûkirin)

ad

‘Na’yê dest pê kir ‘Bêexlaq’ derxist

ad

Hekîm Sefkan ji nexweşxaneyê derket

ad

Qeymaxê DiCaprio dixwe, yên din jî mastê!

ad

Kampên li Başûr tên girtin, şengalî vedigerin warên xwe

ad

WHO: Em hê negihîştine 'ya herî xirab'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname