logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Gotinên Bi Rûdank

Jinika çavê xwe bi berçavkê, devê xwe bi rûdankê pêçabû, perikên baweşîna xwe wekî boça teyrê tawis vekir, zîbera xwe ba

  • Dîrok: 30/06/2020
  • Beş: Covit-19

Ulku BÎNGOL 

Jinika çavê xwe bi berçavkê, devê xwe bi rûdankê pêçabû, perikên baweşîna xwe wekî boça teyrê tawis vekir, zîbera xwe baweşîn kir û ji mêrê xwe re got: Va mîrata şêwba nexweşiyê biqede jî, ne bawerim mirov rûdankên li ser devê xwe deynin êdî.

Mêrikê keçel yê şewqeyekî pot li sêrî, her du destên xwe da ser gûzekên çogên xwe, miz da û got: Çima wê daneyne vê mîrata rûdankê..Yekcar hilma mirov teng dike van rûdankên genî..Carna wekî yekî dest xistibe xeneqa min, dikim bifetisim ji ber vê rûdankê..

Jinikê got: Dixwazî rûdankên xwe em derxin hinekî dayne, kes tune ye ji xwe, em rûnistîne.

Û got:

Erê hinekî zehmetiyên wê hene, devê mirov hinekî dişeliqe, devê mirov carna dibe wekî guhanê şalikkirî yên bizinan.

Mêrê wê keniya û got: Erê berê berx û karên ji şîr venebûbûn dema ku bi kerî ra dişandin çolê guhanên mî û bizinan şalik dikirin, bo ku berx û kar şîr nemijin..

Mêrik rûdanka xwe danî ser masê û bi destmala di dest xwe de germ û hilma dora devê xwe ziwa kir û bi ken ji jina xwe ra got: Tu dibînî devê min çawa bûye wekî guhanekî şeliqî di nava vî şalikî de..

Jinikê jî rûdanka xwe daxist bin çengeya xwe, berçavka xwe kişand ser porê xwe û got: Te bala xwe dayê zêde kes bê rûdank dernakevin der êdî. Ji xeynê zarokan, hinek naşiyan û dînan..

Mêrik gotin ji devê jina xwe girt û got: Sed salî bifikiriyama nedihat bîra min wê li ber devê her kesî ev rûdankên wekî şalikên bizinan hebin.. Wê rojê ez gelekî bi dikandarekî keniyam..

Jinikê got: Nedihat bîra kesî jî! Bo çi keniyayî?

Mêrik bi ken got: Ez tî bûbûm, min avek ji sarinca dikandar ya li derve girt û derbasî dikanê bûm ku heqê avê bidim dikandar.. Lê bi ketina min a dikanê ez pişkiyam û keniyam..Dikandar rûdanka xwe ya spî, wekî berçavka te, li ser serê xwe girê dabû.

Jinikê bi ken got: Çima li ser serê xwe girê dabû?

Mêrik: Dikandar fêm kir ez bi rûdanka wî ya li ser serê wî dikenim. Go: “Guhê min diêşê loma min li ser serê xwe girê daye..A ji ber van benikên wê."

Mêrik dikeniya: Xwezî min wêneyekî wî bigirta..Min got te baş kiriye rast e guhên mirov diêşînin benikên van rûdankan..

Jinikê dîsa gotin anî ser gotina xwe ya ewîl: Piştî nexweşiyê jî wê daneynin!

Piştî mirov rûdankê dide ser devê xwe bilebil û axaftina xwe bi xwe re hê ewletir dibe. Ez dibêjim loma her kes zû hînî vê rûdankê bûn!

Mêrik got: Bala min jî kişand mirov pir di bin rûdankan de dikin bilebil..Lê ez dibêjim hinekî jî ji cirmê ditirsin...Hezar panot cirm tê birîn kesên bê rûdank derkevin derve. 

Jinikê baweşîna xwe vekir dîsa: Ev muzîk nahêle dengê me here hev! Dengê wê bigirta, me wîtwîta çîvîka guhdar bikira çêtir bû! 

Û destê xwe ji keçika çayger re li ba kir. Çaygera devê xwe bi rûdankê pêçabû hat û go: Fermo xanim!

Jinikê bi dengekî nerm got: Berxa min dixwazim hinekî wîtwîta çivîka û şirîna dengê avê guhdarî bikim. Tu dikarî dengê vê muzîkê bigirî ji kerema xwe re..û ji me re ava rihanan bîne ji kerema xwe re. Bila cemidî be.

Keçika garson got: Ser çavan?

Piştî keçikê dengê muzîkê birî, şirîna ava pişkavê û wîtwîta çivîkên li ser darên kevnar aramiyek xist hewşa Qonaxa Skender Paşa. Qonaxa Skender Paşa wisa di kuçeyek teng de bû, kesên nizaniba bawer nedikir hewşek ew qas fireh û qonaxek ew qas mezin di paş vî dîwarê  hewşê yê bilind de heye.. Di her du deriyên nizm û kemberkî de mirov ji kuçeyek teng, derbasî hewşek fireh dibûn. Ev hewşa fireh bi darên çinarê, yên tûyê, yên hinar û gilyazan û qurmên gulan û hêjîran hê xweşiktir bûbû. Wîtwîta çivîkên li ser darê û kevotên li dora borexaneya di hewşê de û şirîna avê armoniyek xweşik li hewşê belav dikir.

Jinikê destê xwe di lîça biçûk a pişkavê de kir û got: Canê min esir şikiyayî jî, tu dibînî çiqas germ e. Hêk li erdê dixaş e..

Mêrik jî xwarê ava di lîçê de bû, destê xwe hênik kir..Keçikê du bardax ava rihanan danî ser masê û got: Wekî din tu daxwaza we heye gelo?

Mêrik got: Na, spas..

Jinikê zîloka di nav ava rihana sor wekî şeraw da spart nav lêvên xwe, qurt kir û got: Ox xweş... Cemidî ye tîna me dişkîne..

Û got: Erê hezar panot cirm zêde ye..Lê bi ya min mesele hew ne cirm e..Mirov bê tirs di bin rûdanka da dikare kerb û hêrsa xwe birijîne.. Çêr di nav devê mirov û rûdankê de dimîne..Loma ewle ye.

Mêrik jî got: Erê bê rûdank ji xeynê kesên dîn,kesekî newêrîbû bi xwe re bikira bilebil. Lê niha her kes dike bilebil di bin rûdankan de..

Jinikê got: Min bala xwe baş dayê ciwan, kal û pîr, mêr û jin her kes di bin rûdankê de piste pista wan e gotinan dibêjin...Ne bawer im mirovan tu carî ew qas bi xwe re kiribin bilebil..Em jî dipeyivin, her kes dipeyive..

Mêrik destê jina xwe xiste kêfa destê xwe, ramûsa destên wê û got: Cana min kelkela germê hinekî şikiya êdî, em qerimîn li vir, rabe hinekî em bigerin li nav bajêr..

Jinikê jî destê mêrê xwe ramûsa, berçavka xwe daxist ber çavên xwe, rûdanka xwe kişand ber devê xwe û rabû çû hesab da û derketin..

Di kuçeyên teng yên sî li ser de, bi destê hev girtibûn, dimeşiyan..Kesên dihatin û diçûn ji xeynê zarok û nahşiyan devê xwe bi rûdankê pêçabûn..

Jinikê ji mêrê xwe re got: Dengê vî zilamê derbas bû hat te, got çi di bin rûdankê de?

Mêrik: Erê got; Bes e êdî, em ne xulamên ber destên we û wan e!


Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Covit-19 - Nivîsên Dawî
news
  • 10 05 2021

Tirsa ji derziyên li dijî Covîd-19’ê

news
  • 30 06 2020

Gotinên Bi Rûdank

news
  • 11 06 2020

Pandemî û kulekên nû

news
  • 01 05 2020

Rewşa Misirc û Xerzan di dema koronayê de

news
  • 30 04 2020

Li Swîsreyê 'Qedexekirin qedexe ye'

news
  • 27 04 2020

Çûyîna Sûkê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Goethe bi kurdî janê dide kişandin!

ad

Serê pîrekan de 3 xeberê tewir tewirî

ad

Li Kobanî Til Şeîr û Kaniya Kurdan dîsa di destê YPG'ê de ye

ad

DTP ji xebatên meclisê vekişiya

ad

2 sal ceza dan Şaredar Kaya

ad

'Dîwan'a Feqiyê Teyran derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname