logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Goethe bi kurdî janê dide kişandin!

Goethe ku di "Jana Werther" nivîsandibû û jan bi Werther dabû kişandin niha ji bo kurdî hat wergerandin.

  • Dîrok: 28/01/2009
  • Beş: Berhem

 

Diyarname
Goethe ku di "Jana Werther" nivîsandibû û jan bi Werther dabû kişandin niha ji bo kurdî hat wergerandin.

Pirtûka nivîskarê bi nav û deng Johann Wolfgang von Goethe "Jana Werther" ji bo kurdî hate wergerandin û pirtûk ji Weşanên Pêrî derket.

Helbestvan û nivîskarê lîstikan ê alman ê navdar Goethe di 28'ê gelawêja 1749'an de li Frankfurtê hat dinê û di 22'yê adara 1832'yan de li Weimarê jiyana xwe ji dest da. Goethe di sala 1773’an de "Jana Werther" nivîsand û bi vê yekê re li kuçeyan nav û dengê wî belav bû.

Di sala 2008’an de gelek klasîk li kurdî hatine wergerandin. Pirtûka Bertolt Brecht, "Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê" ji aliyê Erfan Cantepe, Ergîn Opengîn, Hekîm Kiliç ve ji bo kurdî hat wergerandin. Pirtûka Jostein Gaarder, "Cîhana Sofî" ji aliyê Ahmet Gegez li kurdî hate zêdekirin. Her wiha pirtûka nivîskarê rûsî Gogol, Sako ji aliyê "Cemîl Oguz" ji bo kurdî hate wergerandin. Herî dawî pirtûka nivîskarê almanî Goethe "Jana Werther"  ji aliyê Arjen Reîf Kosorî û Memê Mala Hinê hate wergerandin. Pirtûk ji weşanên Perî derket.
Goethe di 25 saliya xwe de ev pirtûk nivîsand. Di pirtûkê de êşên ciwanekî cih digirin. Pirtûk di demek e ku li Almanyayê întihar zêde bûn hatibû weşandin.
Di pirtûkê de çîrok bi nameyên Werther ku ji Willhelm re şandine tê vegotin. Piştî ku Wilhelm tiştên ku hîn dibe jî dide ser pirtûkê. Werther ciwanekî ku ji bajarên mezin direve û li Wahlheimê bi cih dibe ye. Li vir keça bi navê Lotte dinase û dil ber dide wê.
Lotte jî dil ber dide wî lê di heman demê de destgirtiya Albert e; tiştê girîng sozên hatine dayîn û nirxên exlaqî ne û ev yek nahêlin Lotte û Werther bigihîjin hev. Lotte û Albert dizewicin. Werther jî wekî dostê malbatê li cem wan cih digire. Lê mixabin ku xêza di navbera dostî û evînê de lawaz e. Lotte ditirse ku sînor derbas bike û ji Werther re dibêje divê em hev nebînin.
Werther nikare li hemberî wê janê li ber xwe bide. Ji Lotte re nameyekê dişîne û wiha dibêje: “Binêre Lotte! Ez qedeha serxweşiya mirinê ya sar û tirsê digirim destê. Wê, tu dirêjî min dikî û ez jî bê teredut digirim. Di jiyanê de hemû xwestek û hêviyên min hatin cih.”
Werther bi gotina, “Çek tijî ye. Saet diwanzdeh. Ev qeder e mirov nikare rê li ber bigire. Lotte! Xatirê te Lotte.!” Nameya xwe û jiyana xwe bi dawî dike.
Goethe der barê pirtûkê de wiha gotibû: “Heta ku ji destê min hat min agahiyên der barê Wertherê hejar de berhev kirin û ez niha jî pêşkêş dikim. Ez dizanim ku hûn ê spasiyên xwe pêşkêş bikin. Hûn ê li ser hezkirin, şexsiyet û qedera wî nikarin pêşî li hêstirên xwe bigirin.”
Li gorî têbîniya Weşanên Perî pirtûk ji wergera îngilîzî û tirkî hatiye bergerandin. Wekî noteke dawî em dikarin bibêjin ku di wergerê de kurdiyeke herikbar hatiye bikaranîn.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 09 06 2026

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şîrketên lêkolînan çi got, çi derket?

ad

Helbestên Başûr li Bakur têne xwendin

ad

CHP'ê piştgirî da Dicle

ad

Kayûmê şûr li kurdiyek din jî da

ad

Dengbêj Mihemedê Serhedî yekem albuma xwe derxist: Şilor

ad

Rûpela taybet a Kûpaya Cîhanê 2014'an

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname