Diyarname
7'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmanî 3'yê mehê bi merasimek vebû. Pêşangeh heta 14'ê mehê dê vekiri be. Li pêşangehê bi ser 250 hezarî re pirtûk tene pêşkêşkirin.
Pêşangeh li bajaroka Tasluce ya Silemanî dest pê kir. Di pêşangehê de zêdetirî 250 hezar pirtûkên zarokan, yên li ser perwerde, hunerî, siyasî, aborî, civakî, dîrokî, felsefe û gelek mijarên din hene. Ji 16 welatan weşananeyan stand vekirine û pirtûkên xwe pêşkêş dikin.
Rêveberê Ragihandinê yê Çap û Belavkirinê ya Silêmaniyê Erwan Sîweyl ji bo Rojnewsê got, "Bi gelek zimanan pirtûk hene, ji bo xwîneran derfeteke zêde ya pirtûkan heye."