Diyarname
Kovara çandî, hunerî û wêjeyî Nûbihar bi hejmara xwe ya 110'an derket pêşberî xwendevanên xwe.
Nûbihar ku sê mehan carekê derdikeve hinek bi derengî be jî bi hejmara xwe ya zivistanê derket pêşberî xwendevanên xwe. Di kovarê de nivîsên cur bi cur û nirxandinên li ser gelek mijarên cuda cuda cihê xwe di vê hejmarê jî cih digirin.
Edîtorê kovarê Suleyman Çevik nivîseke bi sernavê “Dayîna mafan ne lutf û qencî ye” nivîsandiye, bi gotineke ku ji Mela Seîdê Meşhûr girtiye destnîşan dike ku dayîna mafên kurdan ne lutf û qenciyek e, ew mafekî mecbûriye ku divê bête dayin.
Huseyn Şemrexî du helbestên şaîrê kurd ‘Eliyê Herîrî kiriye mijara xwe û li serê tehlîlek kiriye. Şemrexî di vê nivîsa xwe de nusxeyên cuda cuda dide berhev û şaşîtiyên ku hetanî niha ji hêla nivîskar û vekolînerên kurd ve hatine kirin, radixîne ber çavan.
Selman Dilovan bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Besîreta Melayê Cizîrî û têgihîştina me.” û Ehmed Akin jî bi nivîsa “Hermenotîk, modelyên şîroveyê û Melayê Cizîrî.” Terz, şêwe û rêbaza ku di derbarê şîrovekirin, nirxandin û xebatên li ser Melayê Cizîrî hatine bikaranîn rexne dikin û xwerûkirina helbestên klasîk wekî xeterekeye mezin û asîmilasyonê dinirxînin.
Nivîsa bi navê “Leyistikên medresên kurdan” ku ji hêla Ebdulhadî Botî û M. Salihê Dihê hatiye nivîsandin, qala leyistikên medresan yên ku ji hêla feqiyan ve dihatin leyistin dike.
Nirxandinek din ya ku li ser zimanê kurdî û nerewacbûna wî hatiye kirin jî, nivîsa bi sernavê “Qedirnezanîna zimanê kurdî” ya ku ji hêla Mihemed Jiyan ve hatiye nivîsandin e.
Mela Silêman Şoreş, Rojen Barnas, Gulnar Elî, Arjen Arî, Mehmêd Alî Sadik, Zilkîf Xweşhêvî, Seydayê Cirnê Reş, Xezal Meral Dêrikî, M. Zahir Ertekin, Bargiran Şanaz, Dildar İsmail, Raîfê Bêçare, Zafer Berdestî, Kamran Simo Hedilî, Dengbêj Hecî Evdirrehman û Seyda Ronahî, Felat Dilgeş, Mihemed Hemo hin nivîskarên din in ku bi nivîsên xwe di kovarê de cih girtine.


