AMÛDÊ
Endamê Dîwana Meclisa Zagonsaz a herêma Cizîrê Ekrem Mehşûş da zanîn ku Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî dest bi wergirtina destûrnameyên partiyan kiriye û divê hemû partî heta 45 rojan daxwaznameyên xwe radestî Komîteyê bikin û got ku partiyên bê destûr bimînin, ne fermî ne.
Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê Ekrem Mehşûş destnîşan kir ku ji roja 22'ê avrêlê (nîsanê) ve ku têde qanûna partiyan derket heta 45 rojan, divê hemû partiyên siyasî destûrnameyên xwe radestî komîteya partiyan bikin.
Mehşûş wiha got: "Piştî derketina xalên qanûnê ya taybet bi wergirtina destûrnameyan heta 45 rojan, her partiyeke ku bê destûr bimîne ne rewa ye û ne fermî ye û nema dikare kar û çalakiyên xwe li Rojava bike."
Di civîna şeşemîn a Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê ku di rojên 16 û 17'ê avrêlê de hate lidar xistin, qanûna partiyan hate erêkirin.
Di heman civînê de komîteya kar û barên partiyan hate avakirin. Komîte ji Hevserokê Meclisê Hekem Xelo, Serokê Desteya Karên Hundir Kenan Berekat, Serokê Desteya Kar û Karûbarên Civakî Dijwar Ehmed, Serokê Desteya Edaletê Ebdulhemîd Bekir û endamekî Dîwana Edaletê pêk tê.
Her wiha Desteya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê, biryar girt ku li hemû bajaran navendên xwe veke.


