logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Dema Fûra Pirtûkan a Amedê eşkere bû

  • Dîrok: 10/10/2025
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Fûara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin îsal wê di navbera 18-26'ê vê mehê li dar bikeve.

Ji bo nasandina fûara îsal li DTSO'yê (Odeya Sanayî û Bazirganî ya Amedê) civîna çapemeniyê hat li dar xistin. Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya, Midûrê Giştî yê TUYAP'ê Îlhan Ersozu, Hevserokê YEWKURD'ê Hakki Boltan, Serokê TYB'ê (Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê) Kenan Kocaturk û nûnerên saziyan di civînê de amade bûn.
Va ne agahiyên ji civînê:
'FÛAR DIBE WEKÎ ŞAHIYA ÇANDÊ'

- Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya: Li Amedê ji bo fûarê beşdariyeke mezin çêdibe û dibe wekî şahiya çandî. Ligel qeyranê jî par beşdariyeke baş hebû. Ji bo îsal jî gelek serîlêdan çêbûn. Ligel gotûbêj, rojên îmzeyan, wê pêşangehên ku Amedê nîşan didin jî çêbibin. Navbera 18-26'ê mehê em li benda hemû gelê me ne.

BEŞDARÎ 115'AN DERKETIYA 205'AN
- Midûrê Giştî yê TUYAP'ê Îlhan Ersozu: Ez sipasiya her kesî dikim ku ked dane vê xebatê. Ez gelek dilşad im ku li Amedê me. Par 115 weşanxaneyan serîlêdan kiribûn, îsal 205 serîlêdan çêBûn. 60 çalakî wê hebin. Ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê yên werin dê hebin. Em li bendê ne ku bi ser 200 hezar kesî de beşdarî çêbibe.

'FÛAR JO BO PÊŞKETINA KURDÎ GIRÎNG E'
- Hevserokê YEWKURD'ê Hakki Boltan: Ev fûra li Amedê wê li dar bikeve ji bo pêşketina kurdî ciheke girîng digire. Di pêşketina ziman û wêjeya kurdî de weşanger û nivîskar ciheke girîng digirin. Ji bo di nav qadek demokratîk û azadîxwaz de berhem bêne afirandin, ji bo çêbûna tiştek wisa emê têkoşînê bidin. Divê astengiyên li pêşiya wêjeya kurdî bêne rakirin. Hê jî astengî li pêşiya pirtûkên li girtîgehan têne nivîsandin têne derxistin. Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê faşîst êrişê standên pirtûkên kurdî dikin.  Pirûkên nehatine qedexekirin têne berhevkirin. Ji bo pêşî li vê yekê bê girtin divê tora têkoşînê bê berfirehkirin. 

'JI BO PIRBÛN Û BELAVBÛNA KURDÎ EMÊ GAVAN BIAVÊJIN'
-Serokê TYB'ê Kenan Kocaturk: Tiştek girîng e li ser vê axa qedîm mirov bi hev re bijî. Ev bajar bajarê çandê ye. Divê bibe wekî navendeke çandî ya pirzimanî. Ji bo ku berhemên bi kurdî pir bibin û zêdetir bêne belav kirin tiştek bikeve ser milê me hebe emê bikin. Ji bo berhemên kurdî bi zimanên din jî bêne weşandin emê gavan biavêjin. Li vir dê weşanxaneyên me yên girîng hebin. Tiştek girîng e ku xwendevan bikaribin xwe bigihînin pirtûkan.

 

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

***

"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

 

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

'Ez li benda keştiyê me'

ad

Serokê Amed Sporê: Serokê TFF'ê telefona xwe girtibû

ad

Kemal Burkay bû Serokê HAKPAR'ê

ad

"Pişîka Min" piştî 59 salan, bi reqemek rekor cardin hate çapkirin

ad

Bernameya Saziyên Ziman a ji bo Roja Ziman

ad

Agahî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname