Diyarname
Dîwana helbestkarê kurd ê klasîk Feqiyê Teyran, li dû lêkolîn û amadekirina tijî zorî û zehmetî ya Seîd Dêreşî, bi tîpguhêziya ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî ya Dewlet Elî û bi edîtoriya Kawa Nemir, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê derket.
Nivîskar û lêkolînerê kurd ê ji başûrê Kurdistanê Seîd Dêreşî, di nava xebata xwe ya lêkolînê ya li ser Feqiyê Teyran a bêtirî deh salan e, ji bo ku dîwana Feqiyê Teyran a kok û kamil bide hev, xwe gihandiye bêtirî heştê destnivîsên ku di nava bi sedan salan re ji ber hev hatine girtin û li welêt û li welatên dereke belav bûne.
Dêreşî, ji bo ku deqên yekgirtî yên berhemên Feqiyê Teyran, Beyta Şêxê Sen’anî, Bersîsê ‘Abid, Beyta Zembîlfiroş, Beyta Dimdim, Beyta Dilî, Helbesta Berêkanê, Ey Av û Av, Îro Ji Dest ‘Husna ‘Hebîb, Îro Werin Lêzim Werin, Feqe û Bilbil, Ellah Çi Zatek E’hsen e, Qewî Îro Ze’îfhal im, Bi Çar Kerîman, Ellah Se’hergeha Ezel, Ez Çi Bêjim?!, Ay Dilê Min!, Ey Dîlberê Ey Dîlberê, Bizan Ku Min Yar Tu yî, Ji Rengê Dilbera ‘Hurî, Xudawenda Gunehkar im, Di Xewna Xo Da Min Dî Gulek, Ordeka Ava Cizîrê, ‘Ebdiyel’isyan, Ji ‘Işqa Te û Fesla Biharê Cennetê pêk bîne, xebateke bê hevta dilsozane kiriye.
Dîwana Feqiyê Teyran a ku tevî pêşgotineke berfireh a li ser jînenîgariya Feqiyê Teyran, nav û bernavên wî yên ku bi riya destnivîsan hatine, li ser zar û zimanan mane, deqên helbestên wî, 2409 têbîniyan, serhatiyên der heqê Feqiyê Teyran de, ferhengeke dorfireh, sûretên gelek destnivîsên peyda bûyî, lîsta jêderan û war û navdaran, sercem 640 rûpel e.
Dîwana / Feqiyê Teyran / Amedekirin: Seîd Dêreşî / Hemû Berhem, 640 rûpel / Weşanên Lîs


