Diyarname
Kovara Le Monde Dîplomatique Kurdî bi hejmara xwe ya 50'emîn derket pêşberî xwendevanên xwe.
Di vê hejmarê de du nivîs derketine pêş. Yek jê ya Serge Halimi "Ji niha ve!" ye û ya din jî ya Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan a bi navê "Vîrusa Koronayê Dinya Rawestand" e. Her du nivîs jî li ser vîruso koronayê ne ku vî vîrusê niha dinya girtiye bin bandora xwe.
Halimi dibêje, "Krîza vîrusa koronayê dê bibe endîşeya yekê ya cîhanî ya jîyana merivî: ew dê zûbizû jibîr jî neçe. Heke ku ne bi temamî jî be, berpirsên siyasî naçar in ku hisabê vê yekê jî bikin." Kizilhan jî gotiye: "COVID-19 wekî derbeke
mezin li Ewropayê û dewletên dinê xist, bi taybetî li Îtalya, Spanya, Fransa û Almanya. Hemû sîstemên tendirustî ketin
bin metirsîyeke mezin, nikarin hewqas nexweşan derman bikin."
Ji bilî van gelek nivîsên ji fransizî bo kurdî hatine wergerandin cih girtine. Nivîsa Theo Bourgeron bi sernavê "Cazîbeya Jênefilitînê", nivîsa Anne Mathieu "Piştî mirina wî bi çil salî nefterete nedîtî ji felfeseyê Redkirina Sartre" hatiye weşandin.
Ji bo xwendinê:
-LE MONDE DIPLOMATIQUE KURDÎ-50


