Diyarname
Erê ev sernavek muhîm e, ji ber ku daneyên Rêxistina Tendurimstiyê ya Dinyayê jî dibêjin ku sedî 80 ji destan nexweşî bi mirovan dikeve. Ji bo vê yekê di sala 2009'an de Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) roja 5'ê gulanê wekî "Roja Paqijiya Destan a Dinyayê" qebûl kiriye. WHO'yê ji her du destan ku her yek 5 tilîne loma roja 5'an a meha 5'an qebûl kir. Rêxistin her sal di vê rojê de balê dikişîne ser vê meseleyê.
Ji ber dest bi gelek tiştî re eleqedar in hem di rojên normal de, hem di vê serdema vîrusa koronayê de paqijiya destan muhîm e. Li ser vê gelek dane hene, vane hin ji wan:
- Kesekî di saetek de 24 caran destê xwe dide rûyê xwe.
- Di her saetê de sê caran em dest didin çav û pozên xwe, çar caran jî dest didin por, dêm, dev û çeneyên xwe. (Wezareta Tenduristî ya Tirkiyeyê)
- Însan hema hema her kêliyê telefonê destan digirin destên xwe ku ev telefon ji klozetên destavxaneyan qirêjtir in.
- Li ser telefonên smart lêkolîn hatiye kirin. Hatiye dîtin ku 17 hezar bakterî li ser telefonê hene (Zanîngeha Tartu ya Estonya, sal 2017)
- Qirêjiya destan ji wir diçe rû, diçe beden û pê nexweşiyan belav dike.
- Berevajî vê, paqijiya destan jî pêşî li nexweşiyan digire.
- Di serdema koronayê de jî tê gotin her destên xwe bişon, we dest da cihek di cih de bi sabûn bişon, herî hindik 20 saniye bifirkînin.
- Rast paqijkirina destan sedî 99,9 mîkroban dikuje (Heman zaningeh)
- Bi ava pirgerm paqijkirina destan dibe sedema xirakirina çermê destan, loma divê zêde ava germ û sabûnên ku pH a wan zêde bilind e neyên bikar anîn; dîsa li hemberî qerimîna çermê destan jî kremkirin tê pêşniyar kirin.
- Ligel paqijkirina destan, ziwakirina wan jî muhîm e. Ji ber ku bakterî di asta bi nêm de zêdetir dimînin û hilberînê dikin. Loma di cih de ziwakirina wan muhîm e.
Agahiyeke dawî jî li ser dinyayê ye ku Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku di serî de Afrîka, ji bo 3 mîlyan mirovên li dinyayê av û sabûn wekî tiştek luks in ku nikarin wan bi dest bixin.


