logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Yilmaz Beyazgul: 'Ez di yeksaliya xwe de bûm hunermend'

Ev 32 sal in li Ewropayê Mîhrîcana Govenda Kurdî li dar dikevin. Ji Parîsê, Zûrîhê heta Berlînê bi bi dehan komên govend

  • Dîrok: 19/05/2020
  • Beş: Portreya Mehê

Yeko ARDIL

Ev 32 sal in li Ewropayê Mîhrîcana Govenda Kurdî li dar dikevin. Ji Parîsê, Zûrîhê heta Berlînê bi bi dehan komên govendê beşdar dibin. Her sal du rojan temaşevan bi têra xwe li govendên kurdî temaşe dikin. Mirov bi hêsanî dikare bibêje, ev xebat yek ji xebatên herî girîng yên murdên li Ewropayê ye. Em li yek ji kesê vê kedê dide, mamosteyê govendê, yê ku bi dehan kes û kom gihandiye digerin.

Ew kesekî navsere, bi rih û pora dirêj ê bi timtêleke marjînal li ber çavên me dikeve û çîroka wî bi mîhrîcanê re tevlihev dibe. Em vê mehê wî dikin mêvanê xwe yê portreya mehê.

'Bi hunerê ez ji dayik bûm'

Navê wî Yilmaz Beyazgul e, di sala 1966'an de li Gimgima Mûşê hatiye dinê.

Gava dest bi çîroka xwe dike pê re jî dikene û dibêje: "Ez di yek saliya xwe de bûm hunermend” û dewam dike: "Heşt mehî bûm, erdheja Gimgimê çêbû." Ew, ligel jinmama xwe, keçmam û birayê xwe yê mezin di bin kavilên erdhejê de dimînin. Jinmam xwe davêje ser wan û jiyana wan rizgar dike. Lê bi xwe jî bi giranî birîndar dibe. Wisa dest bi hunerê dike Beyazgul!

Belê bi xwe ji wê serpêhatiyê re jî dibêje "huner" ango ji wê karesatê jî mijareke pêkenînê derdixe. Çawa hin stranbêj dibêjin, me di zarokatiya xwe dest pê kiriye, wisa. Piştî erdhejê fîlmçêkerên Yeşîlçamê tên Gimgimê û li ser erdhejê bi navê Facîaya Gimgimê fîlmekî dikişînin. Yilmazê piçûk li gel dayika xwe jî di fîlm de roleke piçûk dilîze.

Lê helbet ev ne tenê henek e, di rastiya jiyana wî de ‘huner’ her hebûye û heye: "Gava zarok bûm min klam digotin. Di wî temenî de apên min rojê kartek didan min. Wê demê 25 quriş qezenckirin jî ne hindik bû."

'Malên kurdan dizîn'

Ew dewam dike:  "Bavê min, kalê min ji ocaxa pîran in. Tembûr li mala me hebû. Min jî dest pê kir û bi xwe fêr bûm. Her çar birayan me lê dida. Her roj li mala me şahî hebû. Dê û bavê min jî tevli me dibûn. 12'ê Rezberê/Îlonê Gimgim kir cehenem. Wê demê ez xwendekarê lîseyê bûm. Sînema çandeke pir baş bû li Gimgimê. Rojên çarşeman matîneya jinan bû, diya min jî di nav de jinan dest didan hev û diçûn sînemayê. Em zarok jî bi wan re diçûn.’

‘Me li dijî xerabkirina 12'ê Îlonê wekî çareseriyeke ji bo ciwanan dest bi xebata govendê kir. Dû min biryara konservatuarê da û heta zanîngehê dewam kir. Tevgera Kurd pêş ketibû lê civaka ez tê de bûm kesî behsa kurdîtiyê nedikir. Di zanîngehê de ez û Nîda Tûfekçî li ser stranên kurdî yên hatîn dizîn pev çûn. Bûyerên wisa gelek bi serê min de hatin. ‘Çavkanî û herêm Amed, Celal Guzelses, nota û berhevkarî N.Tûfekçî. Tevde malên kurdan bûn. Li dijî wê jî berxwedanek pêwîst bû."

Di paşxaneya lîstikan de çîrokên hene

Ji bo Yilmaz govend gelek û gelek tişt in û wiha pê da diçe: 'Berî ziman derkeve holê mirovahiyê bi zimanê beden xwe îfade dikir. Di rastiyê de deryayek e. Wekî mînak, lîstika ‘Lorî hey lûr an jî qertel’. Di paşxaneya wê de çîrokek heye. Di nav pergala komunê de gava nêçîrvanan nêçîra xwe dianîn, bi hev re dixwarin. Rojek yek ji wan li rastê heywaneke qertel li ser kombûyîne tê. Qertelên çiyayên Çewlikê jî navdar in. Pençên xwe li patika berxekê didin û bi hewa dikevin. Di nav wan de yek ji wan dixwaze bi tenê bixwe. Piştre hemû dibin yek û li dijî wî qertelî têdikoşin. Gava ew nêçîrvan vedigerin, behsa wê bûyerê dikin. Bi dans wêna vedibêjin. Mirovahî ji xwezayê, ji heywanan gelek tişt fêr bûye.’

‘Govendên me pir cure ne. Li ser masiyan, mirîşkan, bizinan û sirûştê gelek gotine û li hev anîne. Das, meşk, rêncberî, wekî mînak qimil, qimil xesarê dide çandiniyê, lewra qimil di nav destê xwe de kom dikin û diperçiqînin. Lîstikên bawermendiyê, şahiyê, şer û şînê hene.

Govend nûneriya gelan dikin

‘Bi govendê tu dikarî nexşeya welatekî diyar bikî. Zeybek nûnertiya welatê Grekî dike, Pontos dîsa wisa, Trakya tevde Balkanî ne, Bar a kurdî ji Sêwasê dest pê dike. Yek liv û tevgerek jî bê wate nîn e, divê bên lêkolînkirin. Gelek sir tê de hene.’

Û wekî encam: ‘Niha bi bi giştî li 80 komeleyan bi qasî 4 hezar kes li ser vî karî dixebitin.’

Mamoste simbêlên xwe yên proleter bi lêva jêr ve dişidîne,  pora xwe ya dirêj li ba dike. Diyar e, şanaz e.

Yilmaz Beyazgul di sala 1994'an de ligel koma xwe beşdar dibe û ew jî di nav pêşbaziyê de ye. Lê sala dûre ew jî dikeve nava amadekaran û ji wê demê ve ligel hevalên xwe hem mîhrîcanê amade dike, hem koman digihîne û li seranserê Ewropayê ala govenda kurdî bilind dike. 

Wî, demek dirêj di TV'yên kurdî yên wekî Medya TV, Roj TV û wekî din de jî kar kiriye. Niha li Swîsreyê dijî û tekane karê wî perwerdekirina ciwanên govendhez e. 

Gelek kar û hinêr ji destê wî tên, lê pîşeya wî ya bingehîn govend e. Gava behsa govendê dike, behsa dîroka mirovahiyê jî dike. Behsa afirîna çandê ya bi liv û lebatên govendê ve girêdayî dike, behsa diyarkirina sînoran a bi govendê jî dike. Beyazgul her ku qala govendê dike çavên wî dibiriqin. Bi vê heyecanê vê mehê me ew kir mêvanê xwe. 


Yilmaz Beyazgul nêzî 30 salan e bi karê govendên kurdî re eleqedar û dor 25 salan e ku di nav amadekarên Mîhrîcana Govendên Kurdî de cih digire. (Foto ji arşîva Yenî Ozgur Polîtîka)

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Portreya Mehê - Nivîsên Dawî
news
  • 02 07 2025

Bi salan e li ber Kela Hewlêrê wêneyan xêz dike

news
  • 17 09 2024

Parçeyek ji dîroka kurdan: Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye

news
  • 17 06 2024

Ji bo klamên Germiyanê 41 salên xwe dan

news
  • 25 04 2024

Doktorê alîkariya birîndar kir, Dr. Ciwan Hemî

news
  • 21 02 2024

Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû

news
  • 02 10 2023

Portreyeke cihêreng: Ev 25 sal in li Hewlêrê parfuman çêdike û difroşe

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

117 saziyên sivîl: Parastina Rojava berpirsyariya dîrokî ye

ad

Kaboglu bî Serokê Baroya Stenbolî

ad

Rêveberiya HDP'ê hin biryarên nû dan

ad

Di nav şanoya kurdî de rêwîtiyek: Berfîn Zenderlîoglu

ad

Çîprasî ders da Mebûsên Parlemena Ewropayê

ad

Va ye strana Newrozê ya îsal

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname