Diyarname
Li Gevera Culemêrgê ji ber ku gel di referandûmê de neçû cem sindoqê Fû rêya xwe bikar neanî Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ceza dide 55 hezar kesî.
Lijne ji ber dengnedayînê serî kesî 22 TL ceza birî û name ji Midûriyeta Malê ya Gevere re nivîs şand ku cezaya li gel biriye berhev bike.
Bi giştî mîlyonek û 211 hezar û 210 TL pere dike. Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr got ku ger pere nedin der barê wan de doz bê vekirin.
Heta niha di hilbijartinan de gelek kesî deng nedaye lê heta niha der barê kesî de doz nehatiye vekirin û pere ji kesî nehatiye girtin. Ger li Geverê pere ji gel bigirin ev yek dê bibe yekemîn car e tişteke wisa pêk tê.


