Diyarname
Hunermenda navdar a Tirkiyeyê Sabahat Akkiraz kete nava siyasetê. Îro Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu rozet bi Akkiraz kir û ew kir endama CHP'ê.
Hunermend Sahabat Akkiraz ku heta niha bi stranên xwe yên bi tirkî li Tirkiyeyê navdar bûye. Akkiraz digel stranên xwe bi mutewazîbûna xwe jî bala guhdaran kişandiye û bi vê yekê ji xwe re girseyeke baş çêkiriye. Akkiraz niha beşdarî CHP'ê bû.
Kiliçdaroglu rozet bi berstûka Akkiraz ve kir û got: "Her dem pêdiviya me bi hunermendan heye. Dê stranên xwe êdî ji bo desthilatdariya gel bibêjin. Ez jêre dibêjim tu bi xêr hatî."


