Diyarname
Endamên Meclisa Şaredariya Yenîşehîra Amedê par biryar girtibû û alîkariyeke madî dabû Amed Sporê lê kayûmê niha ev pere bi paş ve xwest.
Di Zagona Şaredariyan a bi hejmara 5393 xala 14'an beşa B de "Ji bo teşwîqkirina sporê, kirîna amûran, xelatkirina sporkar û teknîk dîrektoran bi biryara endamên meclisa şaredariyê dikare xelat bê dayîn". Li Tirkiyeyê şaredariyên Stenbol û Enqereyê jî di nav de heta niha piraniya şaredariyan alîkarî dane tîmên fûtbolê yên bajarên xwe. Di vê çarçoveyê de Endamên Meclisa Şaredariya Yenîşehîra Amerê jî roja 5'ê gelawêja 2019'an biryar da û 54 hezar TL alîkariya pereyan da klûba Amed Sporê. Piştî vê yekê roja 13'yê sermaweza 2019'an Hevşaredarên Yenîşehîrê Belgin Diken û Îbrahîm Çîçek bi kayûmê ji peywirê hatin girtin. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê Qeymeqamê Yenîşehîdê Murat Beşîkçî wekî kayûm tayîn kir. Kayûm çawa hat ser kar biryar da ku endamên Meclisa Şaredariyê neyên şaredariyê. Û niha jî kayûmê ew pere bi paş ve xwestine.
Li gor nûçeya Lezgîn Akdenîz a di MA'yê de kayûm Beşîkçî fermanek ji Botan Moray ku îmzeya wî di belgeyê alîkariyê de hebû û ji peywirdarê şaredariyê Ferhat Deriner şandiye û xwestiye ew wê pereyê bi paş ve bidin. Kayûm îdîaya "Bi vê xebatê zirar dane şaredariyê" pere bi paş ve xwestiye.
Di nûçeyê de yek ji endamên Meclisa Şaredariyê Ronda Bat gotiye ku hem dest dane ser vîna gel, hem jî di bin navê "zirar dane para raya giştî" pere bi paş ve xwestine. Bat wisa gotiye, "Kayûmê ku xwe meşrû dibîne biryarên me wekî ne li gor zagonê ne dinirxîne. Em vê kayûmê nanasin, em biryarên wê jî qebûl nakin. Em li pişt biryarên xwe ne. Emê di çarçoveya zagonî de heta dawî mafên xwe biparêzin."
Kongre ma hefteyek din
Li aliyê din Rêveberiya Klûba Amer Sporê biryar dabû ku 12'yê mehê kongreya xwe ya awarte saz bikin lê ger piranî saz nebe 19'ê mehê saz bikin, kongre ji bo hefteya pêşiya me hat taloqkirin. 12'yê mehê li Salona Tesîsên Şeyhmus Ozer a Seyrantepeyê dîwan saz bû lê ji ber piranî nîn bû kongre ma 19'ê mehê.


